Berçavka Gandî bi nirxeka gelek giran hat firotin!
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Berçavka Gandî bi nirxeka gelek giran hat firotin!

BasNews - Berçavka rêberê efsanewî yê Hîndistanê Mahatma Gandî di mezadekê de li Birîtanyayê  bi 260 hezar sterlînan hat firotin.

Berçavka bi çerçoveya gilover ya serok û rêberê şoreşa Hîndistanê Mahatama Gandî, piştî çend salan li Birîtanyayê hat mezadkirin.

Berhevkarekî Amerîkî bi 260 hezar sterlînan ango 340 hezar û 418 dolarî bû xwedanê berçavka Gandî.

Çîroka gehîştina berçavkê ya mala mezadê jî balkêş e. Berçavk ji aliyê zilamekî bi temen ve di hindirê zerfekî de li sindoqa postayê ya mala mezadê de tê danîn. Herwaha li gel wê nameyeke biçûk jî datîne û dibeje: Ev berçavk ya Gandî bû, min bigere. Ger berçavk bê nirx be tu dikarî bavêjî zibildanê!”

Piştî lêkolînê derket holê ku berçavk ya Gandî ye.

Ji xwedanê nû yê berçavkê re tê gotin ev berçavk ji sala 1920, dema Gandî serdana  Afrîqaya Başûr kiribû, li gel wan kesûkarên wî maye.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved