Rukiye Mistefa
BasNews - Li Çînê jinek rastî bûyerekî ku 70 milyonan carekî pêktê di ducanî mayînê de hat û du cemikên ku ji yek hêkê velidand.
Bijîşkan ragehand jina 31 salî Anne Gao bûye xwediyê 4 zarokan û zarokên wê jî bi tenduristin. Herwaha ragehandin berî ku ducanî jî bimîne tu derman kirin û çareseriyek vernegirtiye.
Li herêma Hubey a Çînê li nexwaşxaneyekî bi sezeryanê ve 2 kur û 2 keçên cemikên yek hêkê ango du hêkên cemik ji dayîkbûn û hat ragehandin ku ew jin sê caran ser hev zarokên wê li ber çûne û cara çarem 4 zarok li gel yek anîne ango velidandine.
Bijîşkan ragehandin, du cot hêkên cemik di carekî de jibo wan ducanî mayîn û her çar zarok jî bi tendurist velidandin pir bûyerekî kêm hatî dîtinê ye û ragehandin ew bûyer 70 milyonan carekî pêktê.