Esad: Qanûna Qeyser asteke nû ya şerê dijî Sûrîyê ye Esad: Qanûna Qeyser asteke nû ya şerê dijî Sûrîyê ye
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Esad: Qanûna Qeyser asteke nû ya şerê dijî Sûrîyê ye

BasNews- Serokê Sûriyê Beşar Esad, îro roja çarşemê dîyar kir ku toleyên nû yên Amerîka giheştine qonaxeke nû ya şerê aborî yê dijî hikûmeta wî.

Esad îdia kir ku ew tole beşek ji hewildanên demdirêj yên Washingtonê ye ku asta jîyana gelê Sûrîyê têk bibe.

Esad, di axaftina ji parlamanteran re, li qesira seroktîyê got ku jibo daketina nirxê dirava Sûrî ya bi rengekî rekorî, toleyên wek Qanûna Qeyser yên ji hêla Amerîka ve hatibû ragihandin, tawanbar kir.

Pişti ragihandina Qanûna Qeyser hemwelatîyen Sûrî jiber fikarên rewşa aborî ya xirab, hewil didin ku bi tirs dolaran dikirin.

Herwiha Esad got:“Ew şerekî demdirêj ya aborî dimeşînin ku Sûrîyê nikaribe kanîna xwe ya çandinî û ya xwetêrbûna xwarinê xurt bike û pêşî li dizî û bertîlê bigire. Ev tole dibin sedem ku budçeya Sûrî je nibo bilindkirina standardên jîyana hemwelatîyên Sûrî, lê jibo tiştên vala werin xerc kirin.”

Esad îdia kir ku Qanûna Qeyser ne mijareke cûda ye, ew qonaxeke din ya tole û cezayên bi salan e ku bûye sedema zarareke mezin.

Medya ya dewletê ragihandibû ku Esad dema ku axaftinek pêşkêşî parlemantoyê dikir bo çend deqîqayan tansîyona wî nizim bûye, lê rewşa saxlemîya wî rind e.

Di dîmenên ku di televîzyonê de hatine weşandin nîşan didin ku Esad piştî dawîkirina axaftina xwe kursîyekê dixwaze.

"Doktor nexweşên herî xirab in. Bi rastî, min ji do vir ve ti tişt nexwarîye, min tenê hinek şekir û xwê xwarîye," Esadê 55-salî ku doktorê çavan e, bi berdewamî got.