BasNews – Li Îranê 188 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 2500 kes jî pê ketin.
Berdevka wezareta tenduristiya Îranê, dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 saetên borî de 2 hezar û 510 kes li Îranê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 333 hezar û 699 kesan.
Dr. Larî her wiha da zanîn, ji duhî de 188 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 18 hezar û 988 kesan.
Bi gotina dr. Sîma Larî, zêdetirî 290 nexweşên Koronayê jî baş bûne.