Li Efrînê 8 kurd ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatin revandin Li Efrînê 8 kurd ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatin revandin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Efrînê 8 kurd ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatin revandin

BasNews – Li Efrînê, 8 welatiyên kurd ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatin revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar ya bi navê Feyleq El Şam roja 8 Tebaxê 2 kalemêr û pîrejinek ji gundê Şadêrê yê Efrînê revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Wê rêxistinê navê wan kesên ku hatine revandin jî eşkere kir: Mihemed Elo Birîmo yê 70 salî, hevjîna wî Fikret ya 60 salî û Reşîd Mihemed Sîdo yê 65 salî ne.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov belav kir, grûpên çekdar 5 kes ji gundê Birîmce yê ser bi navçeya Mabeta ve revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birine.