Li Herêma Kurdistanê 566 kesên din bi Koronayê ketin Li Herêma Kurdistanê 566 kesên din bi Koronayê ketin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Herêma Kurdistanê 566 kesên din bi Koronayê ketin

BasNews – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, 16 kesên din bi Koronayê can dan.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê amarên 24 saetên borî yên Koronayê ragihand.

Li gorî amarên han, di nav 24 saetên borî de 566 kes bi Koronayê ketine û 16 kes jî bi Koronayê can dane.

Li gorî amarên wezareta tenduristiyê, ji duhî de 164 nexweşên Koronayê jî baş bûne û çûne malên xwe.

Bi vî rengî hejmara kesên ku li Herêma Kurdistnaê bi Koronayê ketine, gihîşt 18 hezar û 766 kesan. 10 hezar û 644 kes ji wan baş bûne û 686 kes jî mirine.