BasNews- Dora duyem a Fistîvala Helbesta Kurdî ya Xorasanê (Milwarî) bi naskirina kesên sereke dawî li karê xwe anî.
Elîreza Sipahî Layîn, Sêkrêtirê Desteya Dadweran a Dora Duyem a Festîvala Helbesta Kurdî ya Xorasanê (Milwarî) got: "Xala girîng derbarê dora duyem a Fistîvala Milwariyê eva bû ku ji bilî helbestê, kurteçîrokên kurdî (Kurmancî) jî di vê dorê da ketin pêşbirkê."
Elîreza Sipahî Layîn got: "Beriya ku encama dawiyê ya vê fistîvalê ragihînim, dixwazim bi nûnertiya ji koma dadweran, çend xalên girîng destnîşan bikim:
Asta berhemên gihîştî bo dora duyem a festîvalê di her du warên helbest û kurteçîrokan da piranî nêzikî hevdu bû û vê yekê dadweriya berheman dijwar kiribû. Li bercî dora yekem, pêşketineke berbiçav di asta berhemên gihîştî bo festîvalê da tê xuyakirin.
Helbestvan û nivîskarên kurd ên xorasanî, nîşan dane ku mijara durustnivîsîna zimanê zikmakî bi rênivîsên zanistî yên heyî, bo wan bûye xaleke cidî û girîng.
Di festîvala îsal da, tevî ragihandina pêşîn, helbestên gihîştî ji hêla çendaniyê da bi awayekî nebû ku di her sê warên helbestên kurt, azad û bilind da rikeberî pêkan be.
Di warê kurteçîrokan da, 10 berhemên gihîştî bo festîvalê piranî bedew û nêzikî hev bûn û ji ber vê yekê biryar hat dayînê ku tenê navê kesa yekem were ragihandin û bi awayekî giştî sipasiya serketî û beşdarên din were kirin.
Dadwerên beşa çîrokê, Ezîzê Nêmetî (Ûrmiye), Dr. Sara Wetendost (Xorasan) û Berat Qewîendam (Xorasan), her sê kesan berhemên gihîştî bi awayekî deqîq û di dema herî guncan û lez da dadwerî kirin ku pêwîst e em jibo pejirandina bê çaverêtî ya vê zehmetiyê, bi awayekî taybet sipasiya wan bikin.
Di beşa helbestê da, li gorî ragihandina pêşî, birêz Dr. Hesen Roşan, Elî Heyderî, Mihemed Teqewî, Dr. Sadiq Ferhadî û min (gişt ji Xorasanê) karê dadweriyê girtibûn ustiyê xwe. Du kesên yekem, bi hêjatî 23 berhemên gihîştî hêjayî pesnê dan zanîn û ragihandin ku nêrîna wan girêdayî bi dengê sê dadwerên din e. Sê dadwerên sereke yên helbestê jî, dadweriya xwe li gorî nirxên zanistî û wêjeyî û afirîneriyên zewqî û kelamî ragihandin. Ez dixwazim bi dil û can sipasiya du dadwerên rêzdar, birayên xwe Dr. Ferhadî û Mamoste Teqewî bikim ku wextê xwe yê giranbiha bê çaaverêtî dan me.
Encamên tam ên gişt beşdarên du dorên Fistîvala Milwariyê, hevrê digel hûrgiliyên puenan di her du beşên çîrok û helbestê da, bi hezkirina Xwedê wê di pirtûka taybetî festîvalê ku aniha tê amadekirin da bê weşandin û ji giştan ra were ragihandin.
Ji ber ku vê demê derfet jibo lidarxistina rêûrisma bidawîanîna festîvalê bi amadebûna beşdar û berpirsên fistîvalê û hwd tuneye, encamên vê dorê bi riya vê daxuyaniyê tên ragihandin û bi hezkirina Xwedê xelata serketiyan dê bi riya postê ji wan ra bê şandin.
Di festîvala îsal da jî, kesine ezîz alîkariya me kirin ku bi vê rêyê ez sipasiya yek bi yekê wan dikim. Di vî halî da, pêwîst e bi awayekî taybet û germ sipasiya birayê xwe Yûsif Xulamî (Sêkrêtirê Encumena Wêjeyî ya Kaniya Dil) û xwenga xwe ya hêja, Zerî Muhemedzadeyê bikim ku wek piştgirên aborî yên dora duyem a Festîvala Milwariyê, destpêşxêrî û berzefikirîn bi me ra dan hêvosandin.
Encamên Fistîvalê:
Di beşa Çîrokê da:
Serketiya dawî: Melîhe Erkî (Bijnûrt - Xorasan)
Di beşa Helbestê da:
1 - Mehbûbe Se'adetmend (Meşhed - Xorasan)
2 - Şîrkûh Pehlewanî (Şîrwan - Xorasan)
3 - Emanellah Ce'ferzade (Şîrwan - Xorasan)
Bi hêviya ku xêr, aqilmendî û xwebawerî berfireh bibe, nivîskar û helbestvanên kurd ên xorasanî zêdetir ser bikevin û zimanê me şêrîn, zimanê zikmakî - Kurmancî - herî zêde geş bibe û bi hêviya dewama lidarxistina Festîvala Milwariyê di cejnên bicoş û mezin ên pêşerojê da.