Fransa- Kurdên dîasporayê nameyek bo Macron şandin   Fransa- Kurdên dîasporayê nameyek bo Macron şandin  
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Fransa- Kurdên dîasporayê nameyek bo Macron şandin  

BasNews- Kurdên li Dîasporopayê bi minasebeta sedsaliya rêkeftina Sevrê nameyek bo Serokkomarê Fransayê Emannuel Macron şandin.

Nameya nûnerên sazî û dezgehên kurdan wiha ye:

Berêz Serokkomar,

Eva bû sedsal, di 10ê Tebaxa 2020 an de Peymana Sevrê ji terefê « hêzên mezin yên hevbeş » hate îmzekirin. Yek ji vana Frensa ji aliyekî û Tirkiye jî ji aliyekî din. Li gorî vê peymanê mafê otonomî ji bo Kurdistan di maddeya 62an de hatiye destnîşankirin. « Komisyonek ji berpisên Frensa, Îtalya û Brîtanya wê di nava 6 heyvan de, ji dema kû ev peyman bikeve rê, amadekariyan bike ku otonomiyek herêmî di herêmên başûr û rojavayê Ermenîstanê, ji rojhilatê Firatê û li jorsînorên Sûriye û

Mezopotamya bi cih bibe. » Li gorî maddeya 64 ya peymanê : « Piştî îmzekirina peymanê, dewleteke Kurdî ya serbixwe destnîşandike. Di nava salekê de, ji roja ku peyman hatiye îmzekirin, pirraniya civaka Kurd, li gorî maddeya 62 ya peymanê dikare serî li Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî bide û bêje ku Kurd dixwazin dewletek serbixwe ji Tirkîye cuda avabikin. Ger Konseya Ewlekarî bibîne ku Kurd dikarin serbixwe bin, Tirkîye ji vê tarîxê de li gorî vê daxwazê, hemû maf û desthilatiya xwe li van herêman paşde dikşîne. » Frensa endama yek ji wan « hêzên xwirt û hevbeş û mazûbanê » vê peymanê bû û ev peyman afirand.

Lê belê ev peymana Sevrê tucaran nekete pratîkê û bi peymana Lozan 24Temûz 1923 avakirina dewleta Kurdistan bi destan hate rêjkirin. Ji wê demê de gelê Kurd hate înkarkirin, mafê wî yên rewa hate windakirin û rojane bi zordariyên bi xwîn rûbirû maye. Frensa dostê gelê Kurd ji demên dirêj ve ye. Em spasiya wê dikin. Alîkariya ku bi gelê Kurd li Iraqê kiriye, bi taybetî di qada navnetewî de, di Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî de hişt ku îro herêmek federal bê holê. Ji aliyekî din de Frensa ji 2015 an di nav koalisiona navnetewî de, bi awayekî aktîf li tenişta Kurdên Rojava sekinî di tekoşîna li dijî Daeş, ji ber ku gelê Kurd û gelê Frensa bi taybetî ji terora vê rêxistinê gelek êş kişandine.

Lê belê piştgiriya Frensa ji bo gelê Kurd divê ne tenê ji bo tekoşîna li dijî DAEŞê be. Berxwedana gelê Kurd ya ji bo mafên rewa, beriya derketina DAEŞ hebû û piştî têkçûna wê jî ewê berdewam be. Ji bo vê çendé divê Frensa, ya parêzvanê mafê mirovan piştgirîya me di vê tekoşînê de bide. Bi munasebeta sedsaliya peymana Sevrê, em weke komeleyên Kurdî li Frensa, partiyên polîtîk Kurd hemwelatiyên frensî-kurdî, kesayetên diyaspora Kurd û dost û hevalên gelê

Kurd bangî Frensa dikin ku ew di cîhanê de hêzek ji yên sereke ye, çi ji destên wê bê bike da mafên ku bi peymana Sevrê ji Kurdan re hatiye qebûlkirin cîbicî bibe û bi peymaneke nû y’a navnetewî, di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de li gorî peymanên navnetewî mafê çarenûsî ji bo Kûrdan bête erêkirin. Di pêvajoya îro de Frensa dikare ji bo başkirina rewşa gelê Kurd gavên konkret bavêje.

Li Sûriyê : Em gazî Frensa dikin ku ji bo Sûriya Paşerojê hewlan bide da Kurd di hemû giftûgoyan de bi nûnertiyên xwe beşdarbibin. Li Tirkîyê : Em bangî Frensa û Yekîtiya Awrûpa dikin ku hewlbidin da Tirkîye bi Kurdan re li ser maseya giftûgoyan rûnê ji bo ku bigihêjin peymaneke rasteqîn ya ku mafên Kurdan yên rewa bêne garantîkirin. Li Iraqê : Têkiliyên hevaltî yên xwirt di navbera Frensa û hukûmeta navendî ya Iraqê de hene. Em bangî Frensa dikin ku di navbeyna Iraq û hukûmeta herêma Kurdistanê de

hewlbide ji bo çareserkirina pirsgirêkên rawestandî li gorî destûra bingehîn werin çareserkirin. Li Îranê : Em ji Frensa dixwazin ku di nava dosyeya ambargoya navnetewî li dijî vî welatî de mafên rewa yên gelê Kurd bête zêdekirin û dardekirina keç û xortên Kurd yên ku sûcên biçûk kirine demildest bête rawestandin. Daxwaziyên me ewçend heq in ku heta gelê Kurd negihêje mafên xwe yên bingehîn, ne li Rojhilata Navîn ne jî li Cîhanê aşitiyek aram û berdewam pêknayê. Berêz Serokkomar, silav û rêz û hurmetên me qebûl bikin. Xwediyên îmzeyan ;

Berpirsyariyên partiyên Kurdistanî li Frensa :

  • Partiya Demokrata Kurdistana Îranê- PDK-I Frensa
  • Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR Frensa
  • Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK Frensa
  • Partiya Azadîya Kurdistanê PAK Frensa
  • Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdên Sûri PDPKS Frensa
  • Partiya Yekîtiya Kurdên Sûri PYKS Frensa
  • Partiya Yekîtiya Demokrata Kurdên Sûri PYDKS Frensa
  • Partiya Demokrata Kurdistana Sûri PDK-S
  • Partiya Çep a Kurd li Sûrî – Frense
  • Associations Socio-Culturelles de Kurdistan ASK Strasbourg

Komeleyên Kurdî li Frensa :

  • Komela HEBÛN, Paris
  • Komela HÊVÎ, Caen
  • Komela Kultura Kurdî Lyonê
  • Komela Kultura Kurdî û Sporê Besançon
  • Komela ROJÎKURD, Paris

Sazûmana Cîhanî ya Kurd - Frensa

Sazûmana Cîhanî ya Kurd - Almanya

Sazûmana Cîhanî ya Kurd – Swêd

Federasyona Komelên Kurdî li Danemark FKKD

Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Norweç FKKN