100 sal di ser Peymana Sewrê re derbas bû 100 sal di ser Peymana Sewrê re derbas bû
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

100 sal di ser Peymana Sewrê re derbas bû

BasNews- Rojeke mîna îro, di sala 1920an de, di navbera dewleta Osmanî û welatên hevpeymaniyê yên serkeftiyên Şerê Cîhanî yê Yekem de Peymana Sewrê hat îmzekirin.

Li gor Peymana Sewrê, mafê Kurdan hebû ku bibin serbixwe û Dewleta Kurdistanê ragihînin. Herwiha ev peyman weke yekem belgenameya navdewletî ye ku bi awayekî eşkere amaje bi pirsa Kurd dike.

Di 10ê Tebaxa 1920an de Dewleta Osmanî û welatên hevpeymaniyê yên serkeftiyên Şerê Cîhanî yê Yekem, peymanek îmze kir. Di dema pêkanîna vê peymanê de Kurdistan bûbû du parçe, beşek ji aliyê Dewleta Osmanî ve û beşek jî ji aliyê Dewleta Îranê ve hatibû dagîrkirin.

Peyman ji 13 beş û 433 bendan pêk dihat, di bendên 62-63-64an de rasterast behsa Kurdan dihate kirin.

Di benda 62yan de tê gotin; divê komîsyona Stenbolê bi fermî sê nûner destnîşan bike, ew jî nûnerên Brîtanya, Fransa û Îtalyayê, piştî îmzekirina peymanê heta şeş mehan, divê nexşeyek ji bo xudmuxtariya herêma wan deveran pêk bîne ku piraniya nişteciyên wan Kurd in.

Eger komîsyon nikaribe biryara dawî bide, nûnerên her sê welatan dikarin li gel hikûmetên xwe vê mijarê gotûbêj bikin.

Li gor benda 63an, hikûmeta Tirkiyê divê stûyê xwe li ber biryara ku komîsyon dide, bitewîne.

Di benda 64an de jî hatiye diyarkirin ku divê Tirkiye dest ji mafên deverên Kurdan rake û mafên wan jî li gor rêkeftina hevpeymanan û Tirkiyê dibe.

Li gor Peymana Sewrê, mafê Kurdan hebû ku bibe serbixwe û Dewleta Kurdistanê ragihînin. Ji aliyê hinek dîroknasan ve jî ev peyman weke yekem belgenameya navdewletî tê dîtin ku bi awayekî eşkere amaje bi pirsa Kurd dike.