Parlementerekî berê yê YNKê: Me bihîstiye Berhem Salih dibe kandîdê Kazimî Parlementerekî berê yê YNKê: Me bihîstiye Berhem Salih dibe kandîdê Kazimî
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Parlementerekî berê yê YNKê: Me bihîstiye Berhem Salih dibe kandîdê Kazimî

BasNews – Parlementerekî berê yê YNKê dibêje, serkomarê Iraqê Berhem Salih di hilbijartinên bê yên Iraqê de dibe kandîdekî lîsteya serokwezîrê niha yê Iraqê.

Piştî ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja hilbijartinên berwext eşkere kir, hat gotin ku Kazimî û serkomarê Iraqê Berhem Salih dixwazin li Kurdistanê bi hev re beşdarî hilbijartinan bibin.

Li ser vê mijarê, arlementerê berê yê YNKê li parlementoya Kurdistanê, Ebdullah Elî ji BasNewsê re got, rast e me jî tiştekî wisa bihîstiye ku Berhem Salih dixwaze di lîsteya Kazimî de bibe kandîd.

Ebdullah Elî her wiha got, helbet ev tiştekî baş nîne ji ber ku hem Berhem Salih zerer dike hem YNK hem jî gelê Kurdistanê.

Bi gotina wî parlementerê berê yê YNKê, piştguhxistina Berhem Salih ji aliyê YNKê ve tiştekî xirab e çimkî ziyanê digehîne her du aliyan.