Li Îranê 189 kesên din bi Koronayê can dan Li Îranê 189 kesên din bi Koronayê can dan
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Îranê 189 kesên din bi Koronayê can dan

BasNews – Li Îranê 189 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 2100 kesên din jî pê ketin.

Berdevka wezareta tenduristiya Îranê, dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 saetên borî de 2 hezar û 132 kes li Îranê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 328 hezar û 844 kesan.

Dr. Sîma Larî her wiha da zanîn, ji duhî de 189 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 18 hezar û 616 kesan.

Bi gotina wê berpirsa Îranî, heta niha li Îranê zêdetirî 286 hezar nexweş baş bûne û rewşa nêzîkî 4 hezar nexweşan jî xirab e.