Berpirsê tenduristiya Hewlêrê: Em ditirsin cih nemîne bo nexweşên Koronayê! Berpirsê tenduristiya Hewlêrê: Em ditirsin cih nemîne bo nexweşên Koronayê!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Berpirsê tenduristiya Hewlêrê: Em ditirsin cih nemîne bo nexweşên Koronayê!

BasNews – Berpirsê tenduristiya parêzgeha Hewlêrê dibêje, rêjeya belavbûna vîrusa Koronayê dê heta destpêka meha Îlona îsal jî roj bi roj zêde bibe, dê paşê kêm bibe.

Berpirsê tenduristiya Hewlêrê, dr. Dilovan Mihemed ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, roj bi roj hejmara pêketiyên Koronayê li Hewlêrê zêde dibe û hinek ji wan rewşa wan xirab e.

Dr. Dilovan Mihemed her wiha gotiye, li Hewlêrê 6 nexweşxaneyên Koronayê hene lê eger rewş bi rengî be ew ditirsin êdî cih bo nexweşan nemîne!

Berpirsê tenduristiya Hewlêrê daye xuyakirin ku ew nexweşên ku li malên xwe de tên dermankirin, gelek caran bi xeletî tên dermankirin û gotiye, ji ber wê jî dema rewşa wan xirab dibe wan digehînin nexweşxanê, wê çaxê jî êdî tiştek ji destê nojdaran nayê.

Bi gotina dr. Dilovan Mihemed, wan texmîn kiribû ku vîrusa Koronayê dê piştî 15 Tebaxa îsal ber bi kêmbûnê ve here lê eşkere bû ku texmîna wan xelet bûye ji ber ku rêjeya belavbûna vîursê dê heta destpêka Îlona îsal zêde bibe û piştî wê dê kêm bibe.