Li Helebcê kesekî din bi Koronayê can da Li Helebcê kesekî din bi Koronayê can da
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Helebcê kesekî din bi Koronayê can da

BasNews – Rêveberiya tenduristiya Helebcê ragihand, li Helebcê kesekî din bi Koronayê canê xwe ji dest da.

Berdevka tenduristiya Helebcê, dr. Şanaz Neqşbendî ji BasNewsê re got, îro danê sibê nexweşekî din yê Koronayê, ku zilamekî 65 salî bû, bi vîrusa Koronayê can da.

Dr. Şanaz Neqşbendî her wiha got, ew zilamê han du roj bû li nexweşxaneya Wefa ya Helebcê hatibû razandin. Bi mirina wî zilamî re hejmara kesên ku li Helebcê bi Koronayê mirine, gihîşt 10 kesan.

Bi gotina wê berpirsa tenduristiya Helebcê, niha li nexweşxaneya Wefa ya Helebcê 12 nexweş hene ku rewşa 2 kesan xirab e.

Li gorî amarên tenduristiya Helebcê, heta niha 537 kes li parêzgeha Helebcê bi Koronayê ketine ku 471 kes ji wan baş bûne û 10 kes jî mirine.