Nirxê petrolê bilind bû Nirxê petrolê bilind bû
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Lêdwan Ebdulrehman

BasNews – Nirxê neft û petrolê li bazarên cîhanê bilind bû û di wan 5 mehên borî de cara yekem e ewqas bilind dibe.

Îro 07.08.2020ê nirxê bermîlê nefta Brent 45 dolar û 1 sent e û bermîlek nefta xaw a Amerîkî jî wek 41 dolar û 84 sent danûstandin li ser hate kirin.

Şarazayên warê neftê jî pêşbînî dikin ku li gel asayî bûna rewşa korona li beşekî welatan û berdewam rêkeftina navbera welatên OPEC û derveyî OPECê yên kêmkirina berhemanîna nefte, nirxê neftê bilind dike.

Herwaha sedemekî din ê bilindbûna nirxê neftê ji ber kêmbûna yedekên neftê di embarên Amerîkayê de ye.