Wezareta Tendirustiya Lubnanê: Ji ber teqînan 70 kes mirine Wezareta Tendirustiya Lubnanê: Ji ber teqînan 70 kes mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Wezareta Tendirustiya Lubnanê: Ji ber teqînan 70 kes mirine

BasNews- Wezîrê Tendirustiya Lubnanê Hamad Hasan dîyar kir ku di teqînên li Beyrut ya paytext de pirtir ji 70 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Hamad Hasan da zanîn ku di wan peqînên hêzdar de 3700 kesên din jî birîndar bûne.

Serokomarê Lubnanê Michel Aoun da zanîn ku peqîn jiber 2750 ton amonyum nîtrat, ku şeş sal in bê tedbîr li herêma benderan e, çêbûye.

Aoun got ku jiber encamên peqînên hêzdar divê ew rewişa awarte ragihînin.

Serokwezîrê Lubnanên Hasan Diab jî dîyar kir ku ewê berpirsên peqînê cezayên xwe bistînin.

Diab da zanîn ku ‘’şapateke neteweyî’’ çêbûye û bang li dewletên ku bo Lubnanê alîkarîyê bikin.

Hizbulah, ku li Lubnanê yek ji tevgerên bi hêz de, piştî peqînan bang li gel kir ku bala xwe bidin ser ‘’yekîtîya neteweyî’’

Îsraîlê piştî peqînan ragihandibû ku ti peywendîya wan bi wê bûyerê re tune û ji Lubnanê re alîkarî pêşnîyaz kiribû.