Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de 18 pêketiyên vîrusa korona canê xwe ji dest dan Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de 18 pêketiyên vîrusa korona canê xwe ji dest dan
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de 18 pêketiyên vîrusa korona canê xwe ji dest dan

BasNews - Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 18 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 765 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 4ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1083 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 234 hezar û 934 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 994 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 218 hezar û 491 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Zêdebûna hejmara nexweşên nû cidî ye. Cudahiya di navbera du rojan de, di vê dema nêzîk de cara ewil e ev qas diyar e. Divê em rê li ber encamên giran ên ji ber nêzbûna hev a mirovan di cejn û betlaneyê de bigrin. Em hemû li hember hev berpirsyar in. Pêwîstiya me bi yekbûna tedbîran heye.”