Lubnan…Teqîneke mezin paytext Beyrût hejand Lubnan…Teqîneke mezin paytext Beyrût hejand
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Lubnan…Teqîneke mezin paytext Beyrût hejand

BasNews – Îro 04.08.2020ê êvari teqîneke mezin Beyrût a paytexta Lubnanê hejand û li gor zanyariyên destpêkê bi sedan kes ji ber wê teqînê mirine û birîndar bûne.

Li gor Sky Newsê belav kiriye, hejmarek zêde ya hemwelatiyên Beyrûtê ji ber wê teqînê birîndar bûne û ambulans nagehe hejmara zêde ya birîndaran, ji ber wê hemwelatiyên navçeyê dest bi veguhestina birîndaran kirine bo nexwaşxaneyan.

Ji ber wê teqîna mezin, bêserûberiyek mezin li Beyrûtê heye, ew yek piştî wê yekê tê ku berî du rojan biryara ragehandina dadgehê ya derbarê kuştina serokwezîrê berê yê Lubnanê Refîq Herîrî ya sala 2005ê bi rêya teqînekî ve.