Îşev hatûçûna navbera Hewlêr û parêzgehên din tê ragirtin Îşev hatûçûna navbera Hewlêr û parêzgehên din tê ragirtin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Îşev hatûçûna navbera Hewlêr û parêzgehên din tê ragirtin

BasNews – Rêveberê rawestgehên asayîşa Hewlêrê ragehand, demjimêr 12:00ê şûnde hatûçûna navbera Hewlêr û rawestgehên din ên derveyî bajar tê ragirtin û hatûçûna Hewlêr û parêzgehên din ên herêma Kurdistanê dê 10 rojan bê ragirtin.

Rêveberê rawestgehên asayîşa bajarê Hewlêrê Selam Îbrahîm ji BasNewsê re ragehand, demjimêr 12:00ê îşev û pê de hatûçûna navbera Hewlêr û parêzgehên din ên herêma Kurdistanê bi temamî tê ragirtin.

Berpirsê rawestgehên asayîşê daxwaz ji hemwelatiyan kir, eger kesek hatibe nav bajarê Hewlêrê bila berî demjimêr 12:00ê şev vegere. Ti kesek li parêzgehekî din bila xwe ne westîne û neyê bo rawestgehên Hewlêrê ji ber daxistî ne û bila xwe newestînin.

Herwaha got, ev qedexe dibe ku 10 roj berdewam be.