Balefira bêbalefirvan a Tirkiyê navçeya Şarbajêr bombebaran kir Balefira bêbalefirvan a Tirkiyê navçeya Şarbajêr bombebaran kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Balefira bêbalefirvan a Tirkiyê navçeya Şarbajêr bombebaran kir

BasNews – Îro 04.08.2020ê balefira bêbalefirvan a artêşa Tirkiyê piştî nîvro gundê Gelale ya ser bi qeza Mawet a navçeya Şarbajêr bombebaran kir.

Qaymeqamê qeza Mawet Kameran Hesen ji BasNewsê re ragehand: ‘’Balefira bêbalefirvan a Tirkiyê çend mûşek avêtin Kwêrekanî (Korekanî) û Deşta Jajolan a nêzîk gundê Gelale.’’

Herwaha got: ‘’Ti zanyariyek derbarê mirina rûniştvanên gund bidest neketiye, lê agir li cîhê bombebaranê ketiye, ji ber wê jî ziyan geheştiye dar û benîşt û rêzên hemwelatiyên navçeyê.’’

Qaymeqamê qeza Mawet got: ‘’Herçend bombebarana Kwêrekanî û Deşta Jajolan hatibe kirin jî, lê heta naha diyar nîne ti kesek ber wê bombebaranê ketiye yan na.’’

Ji ber hebûna çekdarên PKKê li navçeya Şarbajêr a ser bi parêzgeha Silêmaniyê, ev bû çend car balefirên bêbalefirvan ên artêşa Tirkiyê gundên navçeyê bombebaran kiriye û hemwelatiyên sivîl dibin qurbanî.