Li Duhokê pêketiyekî din ê vîrusa korona jiyana xwe ji dest da Li Duhokê pêketiyekî din ê vîrusa korona jiyana xwe ji dest da
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Duhokê pêketiyekî din ê vîrusa korona jiyana xwe ji dest da

Rojhat Luqman

BasNews – Berdevkê rêveberiya giştî yê tenduristiya parêzgeha Duhokê aşkera kir, îro jineke xelkê Zaxo ya pêketiya vîrusa korona li Duhokê jiyana xwe ji dest daye.

Berdevkê rêveberiya giştî ya tenduristiya parêzgeha Duhokê Hemze Rezikî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 04.08.2020ê pêketiyekî vîrusa korona ya ku jineke 63 salî ya xelkê Zaxo li nexwaşxaneya Duhokê jiyana xwe ji dest daye.’’

Herwaha got: ‘’Ew jina pêketiya vîrusa korona heftiyek bû rewşa wê xirab bû û amûrên bêhndanê bo wê dihate bikaranîn, lê encamê de îro jiyana xwe ji dest da.’’

Hemze Rezikî got: ‘’Ev pêncem bûyera canê xwe ji dest danê ye li parêzgeha Duhokê ji ber pêketina bi vîrusa koronayê ku hatiye tomar kirin.’’