Wezareta derve ya Amerîkayê red kir civîn li gel PKKê pêkanîbe Wezareta derve ya Amerîkayê red kir civîn li gel PKKê pêkanîbe
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Wezareta derve ya Amerîkayê red kir civîn li gel PKKê pêkanîbe

BasNews – Malpera Dengê Amerîkayê bi zimanê berdevkê wezareta derve ya Amerîkayê ve belav kir, ew nûçeyên ku dibêjin berpirsên Amerîkî li gel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê li Qendîlê civiyane dûrin ji rastiyê.

Berdevka wezareta derve ya Amerîkayê duh 03.08.2020ê ji Dengê Amerîkayê re ragehand, ‘’Ev îdîa ti rastiyeke xwe tine û ti civîneke wisa jî pêknehatiye.’’

Herwaha çavkaniyek li leşkerên Amerîkayê jî gotiye: ‘’Ti civînek nehatiye kirin. Çîrokekî bi temamî derew e.’’

Çend rojên borî de li çapemeniya herêma Kurdistanê û navçeyê behs dihate kirin ku şandeyekî Amerîkayê bi çend wesayîtan ve ku balefirên şer ên Amerîkayê ew diparastin, ber bi nêzîk Qendîlê ve çûne û li wê deverê li gel endamên PKKê civiyane.

Heta naha ti rayedarekî herêma Kurdistanê û PKKê ew gotegot piştrast nekirine.