Mihemed Hesnanî
BasNews – Hejmarek çiyakêşên gruba ‘’Deng û Rengê Kurdistan’’ yekem car bi werzişa geştyariyê ya paskîl suwariyê ve li nav çiya û dolên binarê çiyayê Sekran a devera Balekayetiyê gerek kirin.
Mîrza Mihemed ku wek ‘’Pehlewanê Çiyayan’’ tê nasîn, yek ji wan çiyakêşên rûniştvanê devera Soran e û serkêşiya metirsîdar nav çiyayan de dike û bi wan karên xwe ve xelkê ecêb dihêle û ji BasNewsê re ragehand, li hemû demsalan de wek gruba ‘’Deng û Rengê Kurdistanê’’ nav çiyayan de em digerin û bi dîmen û xwezaya xweşik a Kurdistanê jî em li gel dibin yek û aşna dibin.’’
Herwaha got: ‘’Bi beşdariya çend endamekî gruba me ve yekem car bi werzişa geşta paskîl suwariyê nav çiya û dolên binarê çiyayê Sekran a devera Balekayetî de me gerek kir û di plana me de heye nirxeke zêdetir jî em bidin werzişa waha.’’