Malpera RIATAZA 90 salîya rojnameya “Rya teze” pîroz dike! Malpera RIATAZA 90 salîya rojnameya “Rya teze” pîroz dike!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Malpera RIATAZA 90 salîya rojnameya “Rya teze” pîroz dike!

Têmûrê Xelîl

Derheqa keda rojnameya kurdî ya here jîyandirêj “Rya teze” da gelek caran hatîye nivîsar,  xwesma di hêla pêşketina ziman, çand, folklor û edebîyeta kurdî da bilind hatîye nirxandin

Lê bi fikira me qîmetê “Rya teze” yê herî bilind ew e, ku eva 90 sal e bi zindîbûna xwe va ji neyar û xêrnexwazên me ra dibêje: -Kuro, lawo, hûn çawa dibêjin zimanê kurdî têr nake, dîroka kurdan tune, nivîskarên kurdan tunene, çand û edebîyeta wan tune, dema em bi riya rojnameya xwe bi dehan salan ser asteke bilind ji cihanê ra dibêjin em hene û ne kêmî we ne! Vê carê rojnameya “Rya teze” hejmara xwe ya 4972an hema bêje bi temamî dîyarî 90 salîya xwe kirîye û ew bi awayekî rengîn raberî hezkirîyên rojnameyê kirîye

Di wê da gotarên Serokê Şêwra Yekîtîya Kurdên Ermenîstanêye Netewî, parlamênterê Parlamêntoya Komara Ermenîstanê Kinyazê Hemîd, nivîskar/helbestvan Eskerê Boyîk, rojnamevan Têmûrê Xelîl, welatparêzekî bêhempa Hesenê Mehmed Celîlovê ji Qazaxistanê derheqa wê roja bi nav û nîşan da çap bûne

Ev hejmar bi alîkarîya Desteya Bilild ya Bingeha Lalişê û Şêwra Yekîtîya Kurdên Ermenîstanêye Netewî hatîye weşandinê

Xwendevanên delal, eger hûn dixwezin ronahîya 90 salan netemire, ji rojnameyê ra bibin pişt û sitûn, ew hewcê alîkarîya aborî, maddî, çandî û moralî ye

Pêwendî bi redaktorê wê Tîtalê Kerem ra daynin, e-mail, adres û têlêfonên redaksyonê li jêrê hatine nivîsar.

Bona tevaya hejmara rojnameya “Rya teze” bixwînin, li ser vê lînkê bitikînin

https://krd.riataza.com/wp-content/uploads/2020/04/mart-2020.pdf