BasNews- Rêveberê Tenduristîya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed, di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, çar haletên Koronayê li Hewlêrê hatîne tomarkirin û nexweşxane û tîmên pizîşkî di amadebaşyê de ne.
Îro roja sêşemê 10.03.2020an Dr. Dilovan Mihemed aşkere kir, ku hatîye daxwazkirin li nexweşxaneyên taybet beha bête kêmkirin daku hemwelatî bikarin serdana wan nexweşxaneyan bikin.
Herwiha Mihemed daxwaz ji hemwelatîyan jî kir, heger bo karên pêwîst nebe, hemwelatî serdana nexweşxaneyan nekin û hemwelatî bi hemû awayekê xwe ji cihên qelebalix dûr bikin û neçin seyrangehan jî.
Di berdewamiyê jî de Mihemed tekez jî kir, amarên derbarê Koronayê bi tenê ji alîyê Wezareta Tenduristîyê ve, dihêne belav kirin û tenê ew amarên fermî û durist in.