Konê Reş
Bi helkefta ku di roja 9 Adara 2020an de (31) sal di ser koçkirina hunermend Mihemed Şêxo re derbas dibe, bi min xweş e ku rola wî di parastina ziman û pêşxitina muzîka kurdî de, ji we re diyar bikim.
Bêguman rola Mihemed Şêxo di parastina zimanê kurdî û pêşxitina muzîka kurdî de baş heye.. Wî jî wek nifşên pêşiya xwe; Aramê Dîkran, Seîd Yûsif û Mehmûd Ezîz zimanê kurdî parastiye û stran û muzîka kurdî ji kilasîkiyê, pêşde biriye.. Bi awazên nû xemilandiye û bi guhdaran şêrîn kiriye.. Erê bi rêka wî jî, stran û muzîka kurdî, derbasî qunaxeke nû bûye.. Tevî temenê wî yê kurt (41sal), wî karîbû bi rêka muzîka kurdî, peyva kurdî a resen bi guhdaran bide hezkirin, şêraniya zimanê kurdî bi rêka deng û awazên xwe belav bike û di encam de, di her çar perçeyên Kurdistanê de belav bike.
Ji rexekî din ve, di wî heyamê xerab de, navbera salên1970-1989an; ew salên xerab û dijwar ku gelek bobelatên seyr hatin serê Kurdan wek: Anîna ereban nav kurdên Binxetê di sala 1974an de, Derbeya Everîn di 12 êlûna 1980î de, qirkirina Barzaniyan di sala 1983an de, Enfal û Helebçe di sala1988an de.. wî karîbû bi rêka stranên xwe, hestê netewî kurdî li ser lingan bihêle û belav bike ta ku di roja 9ê Adara 1989an çû ber dilovaniya Xwedê.
Ji ber ku ew xwedî nameyeke netewî bû, ji xwe piştrast bû û xwedî helwesteke Kurdistanî bû, wî bi bawerî û dûrdîtinî gotinên stranên xwe dibijartin.. Ew helbestên ku bi kêf û şahiyên kurdan re dikeniyan û bi êş û derdên wan re digiryan, dikirin stran.. Di baweriya min de ji ber vê yekê û ji ber henûniya deng û awazên tembûra wî a dilovan, cemawerê kurd hezê kir û di encam de stranên wî bûn wek dermanê birînê ji birîndarên welat re û her wiha ji evîndaran re..
Di sala 1965an de, min li Qamişlo dixwend, di sinifê heftan de bûm, Mihemed Şêxo jî di eynî dibistanê de dixwend û destpêka wî û lêdana tembûrê bû.. Mala hunermend Aramê Dîkran jî nîzîkî dibistana me bû- Hingî Aramê Dîkran wek hunermendekî bi kurdî, ermenî, erebî û siryanî stran digotin û di nav xelkên Qamişlo de naskirî bû, lê Mihemed Şêxo nû dabû ser rê- Her pêlekî Aram dihat dibistana me, wî û Mihemed Şêxo di hewşa dibistanê de qerf li hev dikirin.. Em jî li dor wan kom dibûn û bi qerfên wan dikeniyan.. Carekê ji bo berçavka Mihemed Şêxo, her yekî ji me qutabiyên dibistanê 5 qirûş an 10 qirûş, wek alîkarî me jê re kom kir..
Di sala 1966an gelek ji hevalên me yên Ermenî di gel malbatên xwe çûn Hayistanê/ Ermenistanê. Di wê salê de Aram jî di nav wan de ji Qamişlo barkir û çû Armenistanê.. Yezdanê dilovan herduyan, hersiyan; Mihemed Şêxo, Aramê Dîkran û Seîd Yûsif bi dilovaniya xwe şad bike.
Konê Reş, Qamişlo, 08.03.2020