Dengek ji dilê xatirxwestinê Dengek ji dilê xatirxwestinê
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Dengek ji dilê xatirxwestinê

Bêwar Brahîm

Derdo!

Di navbera salan de roj li benda hev ranawestin di pêşbirka mirina mêran de cirîdê dikin rê nadin hev ku bihnvedanekê bistînin û desmaleka rehmê bidin ber hêsrên welatê ku di bin gurmîna topên cengê de kal bûye. Koncalên stêrêkên reş li ber stêrkên me yên ronîdayî vegirtîne û ji nişkave wan dadiqurtîne. Sibatoka dînik nexwest dest vala pişta xwe bide sale û bimeşe ji dûmana dînbûna xwe ewrekî reş li ber dergehê Adarê civiand û li ber çavên erd û azman dildarekî xewnê weka Bavê Zoro ji himbêza buhara vê jiyanê revand û çû.

Derdo!

Rojekê çerxa felekê ji refê me re nebû heval, deşt li me bûn gorên komî, derya li me qulipî û çiya di bin me de erdhej bûn. Dîsa jî em radest nebûn, me li ber xwe da û çar werzên salê me li ser zendên xwe kirin rêsî. Çirûsîna ronahiya ku pencereyên nîgaşa azadiya dûr dibû hilmkêşanek ji westana meşê re. Berxwedana Seîd Yûsiv bihnvedaneka bêhempa bû ji wê westanê re.

Derdo!

Tê kengî xatirê xwe ji ser kezeba vî welatî bixwaze û biçe?! Tê kengî tiraşa neşteriya xwe ji dest dîrokê derxîne û li şûna her birînekê dareka çinaran biçîne? Dil li ber agirê dêrendezên zulma te bûye xulî, ev dil ne dilekî normale ew dilekî xewdawendiye di kêlîkên cezbeya rihên dildar de geş dibe ev dil dilê jiyana berxwedêre ku ti çek û alav nikarin wê piştqop bike.

Derdo!

Qonax zîze û rêkên erênî  ji ber bêmiradên xewna nemir direvin û yên revê xwe di bin pêkên xemsar de radixînin. Rêka eşqa Memoyan xewnaka sayî bû ji dildarên jiyanê re, dibe ku ew riya herî ronak û biriqî bû di dilên dildar de, di bin tava heyvên havînî de li ber gidîşên xewnên sermest li ser bênderên dil xwe paldin û ji stêrkên girnijî re kedera şewat bilorînin:(Hey yar xweş hey yare erê min digot evîndarên gundê me li ser hevdû hêsiran dibarînin ê min rebenê Xwedê ji bedêla van hêsiran xwîna reş tê hey yar xweş hey yare.)  

Derdo!

Sibe rojeke dîye, ji milletekî weka me re mîna îro ye, pêjna her tiştî wê jibilî pêjna aramî û tenahiyê, dildar û yaran wê bilyayî bin, bê pêjin û bê deng bin.

Hest û nest ji ber bêhna agir û dûmanê çilmisîne ku çav bi çavan jî bikevin wê çirûsîna bêrîkirinê vemirîbe jibilî şikestin û piştguhkirinê rastî ti axaftinê nabin, wê çira aramî û ewlehiyê temirî be. Sibe nûrojeka dîye ji dilgirtiyên welatên xewnisatanên eşqa sermed re, lê di Rojavaya bê roj de xewnên eşqê goriyên hirç û guran in, wê di sekaretên mirina xwe de gazî feleka bê soz bikin. (Oy felek ji boy çi te ez hiştim ji hevala emrê min çarde ye xuya dikim mîna kalan, carek bitenê miradê min wey felekê te bi cî nanî erê ji kul û ji derda ev dilê min her dinale oy felek!)

Derdo!

Bizavên beravêtî di tirazoyên sexte de nabin pîvanên berdewamiya pêvajoyan, pozên berz li ber rûmeta xweparastî bi hilmekê dax dibin û têne sotin, lê rûmetnemaya çerxa çewt.

Mêrxasên xaçerêkên teng û demên dijwar bi saxitî bingor kirine. Dîsa jî em ê hewl bidin bare derdan ji ser mile pêvajoyan daweşînin. Em ê hewl bidin şopa nexşeya birînên te bimalînin û ji her kul, keder û derdan re biçesipînin ku ew nikarin  hêza me biherifînin, nikarin pêdariya me bişkînin, nikarin seber û deyaxa me bêhinteng bikin.

Em ji şikestinan, ji herifandinan, ji tengaweyan mezintirin, em berztirin û bihêztirin.