BasNews- Piştî ku di êrîşekê de li Idlibê 33 serbazên Tirkiyê hatin kuştin, îro roja îne 28.02.2020an Rêxistina Hevpeymaniya Antlntîka Bakur (NATO) li ser daxwaza Tirkiyê wê bicive.
Berdevkê AKPê, Omer Çelîk ragihand ku Tirkiyê daxwaz ji NATO kiriye ku têkildarî êrîşa li ser hêzên wî welatî û gotûbêjkirina rewşa Idlibê bicive.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî duh şev bi Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg re pêwendiyeke telefonî pêk anîbû.
Medyaya fermî ya Tirkiyê, Çavuşoglu di vê pêwendiya telefonî de têkildarî êrîşa li ser hêzên wî welatî zanyarî dane Sekreterê Giştî yê NATOyê û daxwaza lidarxistina civîneke bilez a şêwirê ya NATOyê kiriye.
Jens Stoltenberg jî di vê pêwendiyê de êrîşa li dijî hêzên Tirkiyê şermezar kir û daxwaz kir, ku ew êrîş bêne rawestandin.
Omer Çelîk daye xuyakirin, ku êrîşa li Idlibê ya bo ser hêzên Tirkiyê, tê wateya ragihandina şer li dijî Tirkiyê û tekez kir, ji niha pê ve hêzên Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve wek dijmin tên hesibandin û dê pêgehên artêşa Sûriyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bibin armanc.
Amerîka: Em ligel Tirkiyê di peywendiyê da ne
Li aliyekê din, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî derbarê rewşa Idlibê de pêwendiyeke telefonî li gel Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper encam daye.
Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê jî raghand ew li baştirîn rê digern, ji bo piştevanîya Tirkiyê li Îdlibê.
Di daxuyanîyekê de Wezareta Derve ya Emerîkayê ragehand, ew piştevanya hevalbenda xwe Tirkiyê dikin û ew li baştirîn rê digerin da ku alîkarîya Tirkiyê bikin li qeyrana ku têde derbaz dibe li Sûriyê.
Hêjayî gotinê ye duhê êvara roja pêncşemê 27.02.2020an hêzên Tirkiyeyê li sînorê parêzgeha Idliba Sûriyê li bajarokê Seraqibê rastî êrîşê hatin û li gor daxuyaniya herî dawî ya Waliyê Hatayê, di encama êrîşê de 33 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin û hejmarek serbaz jî birîndar bûne.