Nexweşiya Koronayê û Qerentîne – Qerentîne çî ye Nexweşiya Koronayê û Qerentîne – Qerentîne çî ye
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Nexweşiya Koronayê û Qerentîne – Qerentîne çî ye

BasNews - Bi derketin û belavbûna nexweşiya Koronayê re, qerentînekirina nexweşan dîsa ket rojeva cîhanê. Qerentîne çî ye û ji kengê ve hatiye bikaranîn.

Di dîrokê de cara yekem dema nexweşiya Cuzamê belav bû, kesên ku bi wê nexweşiyê ketibûn, dihatin qerentînekirin yanê ji civakê dihatin dûrxistin. Di pirtûka pîroz ya cihûyan Tewratê de jî hatiye gotin ku divê “zarokên îsraîl (benî îsraîl) ji Cuzamiyan dûr kevin. Di pirtûka pîroz ya mesîhiyan Incîlê de jî gelekî bi firehî behsa wê nexweşiyê hatiye kirin.

Heta dermanê nexweşiya Cuzamê hat dîtin (sala 1873) ew nexweşî gelekî metirsîdar bû û têgehên xelet li ser hebûn. Ji ber wê jî her kes ji Cuzamiyan direviya.

Bavê nojdariyê û hekîmê navdar yê Yûnanî Hîkokrat jî li hember nexweşiya Veba (Taûn) ew şêwaz pêşniyar kiribû û daxwaz kiribû kesên ku Veba girtine, ji civakê bên dûrxistin û qerentînekirin.

Ev şêwaz heta orta sedsala 14 jî berdewam bû. Helbet heta wê çaxê peyva “qerentîne” neketibû edebiyata nojdarî û dixtoriyê lê şêwaza berhingariya nexweşiyên giran mîna qerentînekirinê bû.

Gelo peyva “qerentîne” çawa derbasî nav edebiyata nojdariyê bû?

Ev peyv piştî belavbûna nexweşiya Veba li Ewropayê ket serê zimanan. Nexweşiya Vebayê, bi çend pêlan li Ewropayê belav bibû. Sala 1347 derbasî başûrê Ewropayê bû, sala 1350 jî derbasî Brîtanya, Almanya û Rûsyayê bû. Tê gotin ku ji sê pişkan pişkek ji nifûsa wê çaxê ya Ewropayê ji ber nexweşiya Vebayê tine bû. Vebayê tirsek mezin xistibû nav dilê xelkê û dewletmedaran. Lord û hakimê wê çaxê yê bajarê Mîlan yê Îtaliya, Barnabas Visconti ferman da ew kesên ku bi Vebayê ketine, ji bajêr bên derxistin û li qontara çiyayekî de bên qerentînekirin û li wir bimînin heta baş dibin yan jî dimirin.

Hekîmê bendera Ragusa ya Kurwatiya, Jacobo de Padua jî wê çaxê, bo wan nexweşên biyanî ku ji derve dihatin bajêr, li derveyî sûra bajêr cihek kifş kiribû û ew li wir xistibûn bin çavdêriyê.

Lê wan şêwazan zêde nekarîn pêşiya belavbûna nexweşiyên metirsîdar yên mîna Veba û Cuzamê bigirin.

Sala 1377 fermanek hat dayîn ku her kesên ku bi nexweşiya Vebayê ketine û dixwazin derbasî nav bajêr bibin, lazim e 30 rojan li wan cihên ku hatine kifşkirin, bimînin. Ew şêwaz derdora 80 salan bikar hat. Sala 1423, komara Venedîkê (Venîz) gavekê pêşdetir çû û li giraveka biçûk bi navê Lazaretto Vechio, nexweşxaneyeka taybet bi nexweşên Vebayê çêkirin. Ew kesên ku bi nexweşiya Vebayê ketibûn yan jî guman hebû bi wê nexweşiyê ketine, yekser dibirin wê nexweşxanê.

Piştî demek dirêj beşek mezin ji wan mirovên ku li wê giravê hatibûn komkirin, mirin tenê beşek biçûk ji wan zindî mabûn.

Bi gotina arkolog Martîno Rizzi, li wir herî kêm 10 hezar kes miribûn ji ber ku di dema vekolînan de gelek hestî û pirûskên mirovan derketin.

Tişta ku dilê dewletmedar û mezinên wê demê şa dikir ew bû ku li hember mirina ew qas mirov, jiyana bi sedan hezar kes jî hatiye parastin.

Sala 1468 mezinên komara Venedîkê fermanek nû derxistin û tevahiya gemî û rêwî û kesên ku ji derve derbasî bajêr dibûn, 40 rojan li cihekî, ku 6.5 km dûrî bajêr bû, didan sekinandin û dixistin bin çavdêriyê. Gemî dihatin şûştin, mirov dihatin dermankirin. Bi vî rengî yekemîn sîstema qerentînê li Venedîkê hat danîn. Heyama çavdêriyê ji 30 rojan bû 40 roj, ji ber wê jî navê wê sîstemê ji “Teentîno” bû “Quarantîno”. Quaranta di zimanê îtalî de 40 e û peyva Quarantîno jî li ser wê yekê çêbûye.

 

Çavkanî: BBC