Xapandina Koronayê li Îranê Xapandina Koronayê li Îranê
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Xapandina Koronayê li Îranê

Dr. Hîlda Sschmidt

Di hefteyên borî de cîhanê dît vîrûsa kronayê li Wûhana Çînê û hemû welatan belav bû. Ev vîrûsa, jê sermalêdana asayî, ku dibe sebeba genîtiyên bêhnkişandinê heya niha bûye sebeba mirina fermî ya 2009 kesan û pêketina 75200 kesî heya 18 vê meha sala 2020`î. Tevî ku hîn diyar nîne ev vîrûsa mirinbar çi ye, lê bûye sebeba negîraniya gurr li seranserê dinyayê. Yek ji welatên ku hema li roja hilbijartina parlementoyê rastî vê negîraniyê hatiye Îran e.

Werin em hinekî rêbaza nasîna nexweşiyên nû nas bikin. Bijîşk çawan têderdixin nexweşên wan tûşî nexweşiyeke nû hatine. Yekemîn nîşane ev e hemû testên nimûnegîriyê serkeftî nebin. Wê demê bijîşk beşek ji mînakan cuda dikin û dişînin azmayîşgehên tenduristiya giştî ta ku bizanin rastî çi hatine. Hin nirxandin nîşan didin ka vîrûs nû ye yan na. Eger ti yek ji van testan nîşan nede vîrûs çi ye, nû ye yan qedîmî, wê demê pirtikekî wê didin ser qateke silûlî bo ku gelek kopiyan jê çêbikin. Eger vîrûs pirr jêgir be, wê demê gelekî metrirsîdar e û her azmayîşgeha giştî nikare vî karî bike û tenduristiya lêkolînerên xwe bike ber metirsiyê.

Teknîsiyenên azmayîşgehê venêrîna jênêtîkî û praymêran bi kar tînin ku zîveleke RNA`ya vîrûsî çêbikin. Ev zîval bi hev re tên hevrûkirin ka bizanin dişibin hevdu yan tiştekî nû ye. Piştre koda jênêtîkî ya vîrûsê datînin ser yek ji pêgehên navneteweyî yên daneyan ên tenduristriya giştî û piştî wê protokola rawesta dijî berbelavbûna wê dest pê dike.

Bo ku çalakvanên tenduristiya giştî li hemû dinyayê bikarin vê nexweşiyê têderxînin û van nexweşiyên jêgir derman bikin, pêwîst e agahiyan cuda ji rikberiyên jêopolîtîk ên dewletan bi par ve bikin. Niha li gelek deverên dinyayê ev kar tê kirin lê li Îranê mixabin hîn ev imkan tuneye. Ez bi qasî sê salan li Têranê bijîşk bûme û hîn jî bi hevkarên xwe re pêwendiyên min hene. Îran xwedana şiyana wê nîne erê bike ka nexweşekî kronayê heye yan na. Tevî ku ev şiyan tê de tuneye, lê Wezareta Tenduristiya Îranê hemû hêza xwe bi kar aniye ku ev vîrûs nekeve nava welêt.

Zivistana îsal Îran tûşî anflûanzayeke hertimî hat ku bi qasî 700 kes kuşt loma îraniyan dengê hişdariya cîhanî ya vîrûs mirinbar a cîçhanî cidî girtine. Ez wekî pisporeke tenduristiyê tev li siyasetê nabim lê hest dikim divê rewşa niha şirove bikim. Me hemûyan raporên vîrûsa Wûhanê dît me dît çawan gel li rêzê rawestiyan ku xwarin û vexwarinê bikirin, herwiha kesên nexweş li xiyavanan man û kesî ji tirsa jêgirtinê arîkarî nedan wan. Heman tişt li bajarê Qûmê ku bajarê meleyan e tê dîtin. Ew jî rojekê beriya hilbijaritnê, heman hilbijartina ku hemû dijber wê boykpot dikin. Dezgeh û saziyên Îranê yên tenduristiyê hetanî nikarin vîrûsê nas bikin.

Dadwerane nîne em vîrûseke mirinbar bo armancên siyasî bi kar bînin. Em ji bîr nekin negîraniya gurr a girseya gel ji nexweşiyê bixwe metirsîdartir e.