BasNews – Tîmeka fûtbolê ya Bakûrê Kurdistanê, ji ber reftarên nijadperestane û zilma hekeman û federasiyona fûtbola Tirkiyê ji dest ji yarî û hevrikiyan berda.
Tîma fûtbolê ya bajarê Cizîrê yê Bakûrê Kurdistanê, Cizrespor, ku di lîga sêyem ya Tirkiyê de dileyîze, ragihand, ew êdî nikarin neheqî û zilma ku ji aliyê federasiyona fûtbolê ya Tirkiyê (TFF) û hekeman ve li wan tê kirin, di lîgê de bimînin, ji ber wê jî bi temamî ji lîgê vedikişin.
Cizresporê daye zanîn ku ji bilî zilm û neheqiyê, rastî reftarên nijadperestane yên hekeman û TFF jî tên ji ber wê jî êdî tehemula wan nemaye û ji lîgê derdikevin.
Tîma Cizrespor, ku sala 1972 hatiye avakirin, di rêza dehem ya lîga sêyem de ye.