Ji ber alozbûna rewşa Iraqê, yariyên lîga sûper ya Iraqê li Kurdistanê tên lîstin Ji ber alozbûna rewşa Iraqê, yariyên lîga sûper ya Iraqê li Kurdistanê tên lîstin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Ji ber alozbûna rewşa Iraqê, yariyên lîga sûper ya Iraqê li Kurdistanê tên lîstin

BasNews – Tê gotin ku federasyona fûtbola Iraqê biryar daye, ji ber alozbûna rewşa Iraqê, yariyên lîga sûper ya Iraqê li Başûrê Kurdistanê bên lîstin.

Alozbûna rewşa Iraqê ne tenê bandor li jiyana rojane û siyasî ya Iraqiyan dike, bandor li çalakiyên sporê jî dike.

Ji ber wê jî federasyona fûtbola Iraqê biryar daye yariyên lîga sûper ya Iraqê li yarîgehên Başûrê Kurdistanê bên lîstin.

Lîga sûper ya Iraqê bi ser sê koman de hatiye parvekirin:

Koma yekem ji van tîman pêk tê: Zerwa, Nefta Başûr, Mîna, Necef û Kareba.

Yariyên koma yekem dê li yarîgeha bajarê Zaxo bên lîstin.

Koma duyem ji van tîman pêk tê: Quwe Cewiye, Hidûd, Pîşesaziya Karebayê, Emîndariya Bexdayê û Neft.

Yariyên koma duyem jî dê li yarîgeha Duhokê bên lîstin.

Koma sêyem jî ji van tîman pêk tê: Hewlêr, Şorte, Nefta Mîsan, Nefta Başûr û Telebe.

Yariyên koma han jî dê li yarîgeha Frenso Herîrî ya Hewlêrê bên lîstin.