BasNews- Hevserokê HDPê Sezai Temelli bi daxuyaniyekê got, Hikûmeta Tirkiyê li sînorên Tirkiyê û Rojava, dorpêçek ji bermayiyên DAIŞê ava kiriye.
Hevserokê HDPê Sezai Temelli li bajarê Sertê beşdarî kongreya partiya xwe bû û got," Bajarê Efrînê aram bû, kuştin û revandina mirovan nebû, dibistan Kurdî bûn, lê niha hatiye dagirkirin û talankirina wê jî berdewam dike."
Temelli di axaftina xwe de da xuyakirin, bi şêwazeke rêxistinkirî ji aliyê çekdarên ser bi hikûmeta Tirkiyê ve zeytûn tên talankirin, lê niha jî, genim û berhemên din jî talan dikin. Ligel hevkara xwe ya biçûk MHPê, li Efrinê rojane Kurdan direvînin û paran ji malbatên wan distinin.
Sezai Temelli da di dawiyê de got," Ev hikûmet dibêje metirsî li ser Tirkiyê heye, lê rast nabêjin, ew li ser desthilata xwe ditirsin ku wê winda bikin."