BasNews – Ji ber aloziyên Iraqê, yariya tîmên fûtbolê yên Îran û Iraqê dê li welatekî din were lîstin.
Di çarçoveya yariyên hilbijartina tîman bo kûpa cîhanî ya 2020 ya Qeterê de, tîmên Îran û Iraqê dê roja 14 vê mehê bên hemberî hev.
Li gorî biryara FIFA, lazim bû yariya han li bajarê Besra yê Iraqê bê lîstin lê ji ber aloziyên Iraqê biryar hat dayîn cihê wê yariyê bê guhertin.
Federasiyona fûtbola Iraqê ragihandiye, yariya Iraq û Îranê dê li paytexta Urdin, Emmanê bê lîstin.