Ramanek li ser Sêxiştiyên Kurdiya Xorasanê û Cidatî û Wekheviyên Wan bi Sêganiyan re Ramanek li ser Sêxiştiyên Kurdiya Xorasanê û Cidatî û Wekheviyên Wan bi Sêganiyan re
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Ramanek li ser Sêxiştiyên Kurdiya Xorasanê û Cidatî û Wekheviyên Wan bi Sêganiyan re

Elîriza Sipahîlayîn

Wergêr: Bihar Zêyqemî

 

Li gor agahiya ku di pirtûka Ellehv-Ulmelahî, nivîsa Îbnê Xurdadbe (nivîskar û mûzîknasê xorasanî yê sedsala sêyem ku ji nivîskarên dîwana Mutemêdê Ebbasî bûye) de hatiye, dîroka stranên sêmisrayî digihîne serdema Sasaniyan û xusrewaniyên bicihmayî ji wê serdemê ku bi destê mûzîsiyen û newazendeyê mezin ê dema Xusro Pervîz (Barbedê Cehrumî) hatiye sazkirin û jenandin; gişt bi forma sêmisrayî ne. Mînaka berbiçav a bichimayî ji xusrewaniyan ev e:

”قيصر، مه مانذ؛ خاقان خورشيذ / آن ِمن خذاي ابر مانذ؛ كامگاران/ كه خواهذ ماه پوشيذ؛ كه خواهذ خورشيذ“

Li gor fehma îro wiha tê watekirin: “Qeyserê Romê natê heyvê ye, Xaqanê Çînê wekî tavê ye, Paşayê min, dişibe ewrê; Heke bixweze hem dikare heyvê binixîne, hem jî tavê.”

Tevî ku ev form û qalib di dewrana dû êrîşa ereban de hate jibîrkirin û forma helbesta erebî li ser helbesta kevnar a îranî ya wê serdemê hat sepandin jî, xweşbextane kurd bi taybet kurmancên Xorasanê ev di zihn û zimanê xwe de parastine û hîn jî ji vê form û qalibê behrê werdigirin. Bi vî awayî mirov dikare bibêje “sêxiştî” û “sêganî/sêyîne” an “xusrewanî”, formên herî têrbelav ên helbestê di nava kurdên Xorasanê de ne. Ev cûre helbesta heştkîteyî ku bi navê “xusrewanî” an “şahanî” jî tê naskirin, yek ji ciwantirîn formên helbesta îranî ye. Balkişandin li ser kapesîta taybet a vê formê û rengîniya mijar û naveroka sirûdên wê ye ku bûye sebeb em dibînin li hemî dezgeh û stranên mûzîka navxweyî û gelêrî hatiye bikaranîn û dibe jî ku ev bûye sedem ku ev cûre helbest di ti dewran û serdemê de bi temamî neyê windakirin. Mînaka jêrê ku ji nûxusrewaniyên strandî ya nemir Mehdî Exevanê Salis e, nîşaneya şiyan û hewila Exevan ji bo vejînkirina forma sêmisrayî di helbesta farisî de ye. Her wiha jî nîşaneya meraqa îranî sa parastin û berdewamkirina vê kapesîta wêjeyî ye;

“این مثل خوش می‌سرود از کولیان رقّاصه ای: / جام بر پیشانی و در رقص، کای بهرام گور / هیچ عامی نیست کاندر وی نباشد خاصه ای“.

Meseleyeke eşkere ye ku venasîn û parastina vê mîrata kevnar, yanê parastina pişkek ji çanda dewlemend a Îrana delal e. Hêvî dikim lidarxistina civînên zanistî û wêjeyî bikaribin di rêya rêzgirtina van qîmetan de bi ser kevin. Dibe ku ev sêxiştiya ku min strandiye, tevî ku bang li gel dike cûreyek bangewaziya giştî ji bo rêzgirtina van nirxên han be:

“Xelko hûn çîkên asimîn in/ Şevên tarî deşewitînin/ Rê wenda bû, xwe bigînin!”

Li gorî lêkolînên li ser formên helbesta kurt li Îranê, em tê digihîjin ku serkaniya çarînê (robayîyê), rojhilatê Îranê bûye û serkaniya dubeytiyê, rojavayê Îranê ya bi gotina nemir Melik-Ulşoerayê Behar “Madistan” bûye. Tesadufî jî, ev her du coxrafiya jî ev der in ku kurd tê de jiyane an aniha jî dijîn û ev mesele bi pêkhatin û berdewambûna formeke weke sêxiştiyê têkildar e.

Helbesta Kurt li Îranê, ji Destpêk Heya Îro

Hîfayîstiyon erûzdanê yewnanî ku di sedsala zayînê ya yekem de dijiya navê wezinekê wek “Pêrsîkos” an “Farisî” tîne ku îraniyên berê jê re digotine helbest. Vehîdiyanê Kamyar (mamosteyê zanîngehê û lêkolînerê navdar ê ziman û wêjeya parsî) vê wezinê weke bingeha wezina çarînê dihesibîne. Hejmareke zêde ji helbestên kevnar ên mayî ji dewrana berî Îslamê, xwedî rêzik an risteyên sêlibî û çarlibî ne û ew meseleyeke ronî ye ku em bibêjin îraniyan ev form helbesta kurt ji berê ve nas dikirine.

Em dizanin ku çarîn û dubeytî her du jî ji formên kurt ên helbesta farisî ne ku ji hêla hejmara misra û qafiye û şikilê helbestê ve tam dişibin hevûdin. Cidatiya van du forman, yek di wezinê de ye, ya din jî di naveroka wan de ye. Çarîn, zêde bala helbestvanên fermî bi xwe ve kişandiye û dubeytî jî pirrtir zimanê rewşa gel e. Wezinên çarîn û dubeytiyê her du jî ji birrên behra Hezecê ne ku erûznasên berê ev weke baştirîn û bibandortirîn wezinên helbesta farisî dizanin. Ev behr di helbesta erebî de zêde bi kar nayê û heke jî ereban behra Hezec'ê bi kar aniye, zêde bi forma murebe bûye ne musedes, ku musedes esasa wezina çarînan tê naskirin. Li gor nêrîna nemir birêz Behar, behra Hezecê musedesa mehzûf yan behra meşakil ku heman wezina dubeytiyan e jî, ji wezinên helbestên kevnar a serdema Sasanî ye ku di serdema şaristaniya îslamî de hin serrerastî tê de pêk hatine û bûye forma erûz. Ew li ser vê baweriyê ye ku menzûmeya Pehlevî ya 12 kîteyî ya dara Asorîkê, li ser vê wezinê bûye û ev celeb form “Çame” bi nav dikirine. Ew teşeya “terane”'yê ku hem ji dubeytî û hem jî ji çarînê re tê gotin, ji ber dîroka kevnar a van du formên helbestê dizane. Niha bi piştrastî mirov bişe dike bibêje, di Îrana me de, ji bilî dubeytî û çarînê, tekbeyt û helbesta kurt jî ji berê ve di herêm û çandên ciyawaz û di nava gelên cûrbecûr de hebûye. Weke mînak;

- “Vasonek”; helbestek e ku di herêma Faris û deverên din ji başûrê Îranê de berbelav e û ji tekbeytên ku bi gelemperî ji aliyê jinan ve li dawetan tên xwendin, pêk hatiye. Nola vê yekê:

“این عروسی که ما داریم کس ندارد در جهون/ پیش رویش گل بریزین خار چشم دشمنون“

- “Dayînî”; cûreyek tekbeytiya lorî ye. Wergera nêzîk li nimûneyek ji wan ev e:

“Dîranên min diêşin, gelekî xemgîn im/destmala yara min bidin da ku devê xwe pê bigirim!”

- “Lîko û Moto”; du cûre helbesta kurt in ku di herêma Belûçistan li başûrê rojhilatê Îranê berbelav in. “Lîko”, helbesteke bezmî û qinayî û “Moto” jî zêde di şînan de tê xwendin:

“Bi heman sitila biçûk avê bide min/ji bo çavên te ye/tenê ji bo çavên te ye/ ku ez kujer im!”

 

Helbesta Kurt a Îranê di Sedsala Dawîn de

Her wekî ku min di serî de jî amaje kir, helbesta kurt di heyama me de ji bilî kevneşopiyên edebî-navxweyî, di nava helbestvanên sernas ê hevdem de jî tê strandin û dîtin. Di nava helbestvanên ku hin caran helbesta kurt strandine, ji bilî Exevan, em dikarin amaje bikin bi; Nîma Yûşîc, Pervîzê Xaêfî, Siyaveşê Kesrayî, Mensûrê Ocî, Sîrûsê Nozerî, Şaporê Pesavend, Firêydûnê Moşîrî, Mihemedriza Şefî'î Kedkenî û hwd, ku carinan dubeytî an tekbeytî strandine. Ji bo em zêde etmosfer û rewşa helbesta kurt li Îranê di vê sedsala dawîn de nas bikin, em ê nimûneyên helbestên hinek ji helbestvanan ku zêde hatine gotin û bihîstin, ji nû ve bixwînin:

Exevanê Salis;

”آب زلال و برگ گُل بر آب/ ماند به مه دربركه مهتاب/ وین هر دو چون لبخند او در خواب“

Wate: ava zelal û şelpeya gulê li ser avê/ di golê de heyv xuyaye/ ev her du mîna kenîna wê di xewê de ne.

Siyaveşê Kesrayî:

”شقایق ها کنار سنگ مردند/ بلورین آبها در ره فسردند// شباهنگام خیل کاکلی ها / از این کوه و کمرها لانه بردند“

Wate: gulên qaqe li rex keviran mirin/ avên belûrî di rê de genî bûn/ dema şevê koma hophokan / ji van çiya û qontaran hêlîna xwe birin.

Firêydpnê Moşîrî:

”شعر من پیغام مهر و مهرورزی بود و بس/ شد کنون غم نامه فریادهائی در قفس“

Wate: helbesta min peyama hest û dilovaniyê bû û bes/ lê niha bûye xemnameya hin hawaran di rekehê de.

Mensûrê Ocî:

”زخمشان، آتش سرخ است و گلی در باران/  کودکانی که در اندوه تو در بارانند“

Wate: birîna wan natê agirê sor e û gulek li bin baranê ne/ ev zarokên ku ji xema te li bin baranê ne.

Hûşengê Êbtihac:

”گلوی مرغ سحر را بریده اند و/ هنوز/ در این شط شفق/ آواز سرخ او/ جاری است“

Wate: gewriya balindeya spêdeyê birrîne û/hê jî/ di vê rûbarê berbangê de/ awaza wê ya sor/berdewam e.

Ehmedê Şamlo:

”شب با گلوی خونین/ خوانده ست/ دیرگاه/ دریا نشسته سرد/ یک شاخه/ در سیاهی جنگل/ به سوی نور/ فریاد می کشد!“

Wate: şev bi gewriya xwe ye xwînî/ xwendiye/ li derengiyê/ zerya sar rûniştiye/ şaxeyek/ di tarîtiya daristanê de/ ber bi ronahiyê ve/ dike hawar!.

Helbesta Kurt di Qada Cihanê de

Ji bilî Îrana me, di seranserî cihanê de jî ji berê ve helbesta kurt xwedî cîgeh û navendeke mayînde û xurt e. Ji nava yên hevdem, helbestvanên navdayî wekî: Rabindranath Tagore, Jorge Luis Borges, Giuseppe Ungaretti, Orhan Veli, Adunis, Ezra Pound, Octavio Paz, Pablo Neruda û her wekî din jî helbestên kurt strandine. Dê nimûneyin ji çend helbestvan û ji çend welatan ji we re bixwînim:

Rabindranath Tagore (Hind):

“Lê jinê!/ Te bi pêçiyên xwe/ li ser her tiştê li min dest kişand/ û nizim mîna mûzîkê eşkere bû.”

Jorge Luis Borges (Arjantin)؛

“Pirtûk, belgeyên kaxizê/ û kilîl/ di tarîtiyê de/ qedera min dişopînin.”

Orhan Veli (Tirkiye);

“Çiqasî bedew e/ gava avahiyeke gir xera dikin/ dîtina rojavabûna ku/ heya niha nedihate dîtin.”

Pablo Neruda (Şîlî):

“Ji min re bibêje gelo gula sor tazî ye/ an jî gelo tenê kirasê wê ev e?”

Digel ku gelek nimûneyên helbesta kurt ji helbestvanên îro yên cihanê em dikarin pêşkêş bikin, lê tiştê ku zelal e ev e ku helbesta kurt a hevdem di serdema me de bi piranî bi “Hayko”yên japonî tên naskirin. Hayko ku ji hêla naverok û wateyê ve zêde ji bodîsm û zin'ê bibandor bûye, celebek helbesta kurt a japonî ye ku di wan nîvqirna dawîn de û bi weşandina yekem berhema wergerandî ya Hayko ji aliyê Şamlo û Paşayî ve sa civaka wêjeyî ya Îranê hat derpêşkirin û tesadufî jî bandoreke zexim li ser gelek ji helbestvanên me danî. Lê hema di vê navberê de bi gotina Şamlo bixwe “şebahetên Hayko û dubeytiya me ya gundan di vê astê de ye ku qey mirov dibêje, yek wergera ya din e. Nihêrîn hevpar û niqteya nihêrînê hevpar, derencama şiîrane hevpar û derbirrîna şaîrane hevpar, îcaz hevpar û îstinbata felsefî jî hevpar... Wer xuyaye bi rastî ciyawaziya van her duyan di vê yekê de ye ku hefde kîteyên Hayko'yê hene û ev japonî ye û hal ew “helbesta çarmisrayî ya farisî ye.”

Li gorî van gotinên Şamlo, xala min a bingehîn ku min berê jî bi pirî caran destnîşan kiribû û xasme ku min nêzî 20 salan berî niha di hejmara 21ê ya kovara Helbestê de di gotarekê derdora sêxiştiyên kurmanciya Xorasanê de nivîsibû û min gotibû ku: gelo çawa dibe helbestvan û lêkolînerên me yên gir, ku ew Hayko'yê ji hezar kîlometreyî dûrtir ji Îranê bidin kifşkirin û danasîn lêbelê, li hemberî sêxiştiyên Xorasanê ku gelê Kurd li dirêjahiya dîrokê ew weke mîrata xusrewanî ya îranî, sax û xweş hêliştine û bi xwe re heya serdema niha bixwedî kirine, baldar nebûne? Ya balkêş ev e ku helbestvan û lêkolînerên me ku tim li benda venasîna kelepor û navdarên xwe ji zarê rojhilatnasan bûne ta ku piştî erêkirina ji aliyê wan, ji wan gotinên wan ên teyar û amade pêşwazî bikin, tevî gotar û raporên ku rojhilatnasên mîna Îvanof û Sokirman (her du jî rûsî) li ser kurdên Xorasanê û helbestên sêxiştî yên wan dane nivîsandin û weşandin, wan hêşta bala xwe nedane vê mîrata birêz û hêja. Helbet cihê şikirê ye ku li pey hewildana hinek ji helbestvan û wergêran, helbesta Hayko yê japonî hat nasandin û qalkirin ta di encama wê de, birrek berê xwe bidine strandina sêganiyan û ew mesele me jî li hember daratiyên me -ku sêxiştî ne- û xeribiya wan a bêseb û kêmkarî ji aliyê helbestvanan û lêkolînerên me bixwe ve bihestyartir bike. A baş ev e ku em ê çend nimûneyên Haykoyê bixwînin ta li gor sêxiştiyên ku we bihîstine an li vê nivîsê dê bixwînin, şebahet û ciyawaziyên wan bidin ber hev:

1- Çekavek/ tenê awaza wê tê hîskirin/ tiştî bi cih nahêle. (Am Poo)

2- Giyayên bêx/ rijiyane/ û hê jî mane. (Riyokan)

3- Erebane giran/ bi qîjeqîjê derbas dibe/ gulên qaqe tijî, perên wan dihejin. (Boson)

4- Naqos/ rûniştiye/ razaye/ minminîk. (Boson)

5- Pelçims hilweşiyayî/ vedigere ser şaxeyê/ah! Minmînik bûya ev! (Morî Takê)

6- Yofan/ li pey/ kulîlkên peregende dihere. (Focî Vara Sêdayê)

7- Gola kevnar/ dengê hilbazdayîna beqekê/ di avê de. (Başo).

 

Sêxiştî û Sêganî; Pêngavek û Du Nav

Niha, li gorî dîroka zindî û coxrafiyaya teva ya sêxiştiyên kurmanciya Xorasanê û tarîxçeya naskirî û zelal a xusrevanî û nûxusrevaniyê li Îranê, tê pirsîn; gelo çawa dibe ku hevalên me yên ku sêganiyan distirên li ser vê baweriyê ne ku sêganî form an dezgeheke nû ye ku bi destê wan hatiye avakirin?! Tiştê ku eşkere ye ev e ku ti pêwendiya vê pirsê bi nirxandin û bi îhtimalekê redkirina çawaniya wêjeyî ya sêganîbêjên hevçax tineye, belkî, mijara girîng ev e ku; gelo çima ewqasî li ser vê yekê ku sêganî ji sêxiştiyan ciyawaz in, bi rijd in? Bi rast çima?

Ti lêkolîner, helbestvan û wêjevanê xwedî însaf nikare vê yekê veşêre ku sêganî ji sêxiştiyê -û helbet ji xusrevaniyê jî- hatiye wergirtin. Ji ber ku hebûna sê pişk an sê rêzik weke bingeha sazbûn û avaniya sêganî û sêxiştiyê û weke eslîtirîn mesele di danasîna mahiyeta vê celeb helbestê de û çêkera bineşata wê, xwe bi xwe her tiştî eşkere û ronî dike. Tiştekî zelal e ku heke teorîsiyenên sêganiyê, li şûna 3 rêzikan, 4 rêzik jî bikirina esasa karê xwe, û hewil bidana ku van her duyan cida û ciyawaz binimandana, lê dîsa jî giştan dê helbesteke wisa çarrêzikî wergirtî ji dubeytiyê an li gor form û avaniya çarînê bihesibandina; lê belê rastî jî yanî ev e. Gelo pêşkêşker û pêşgamên sêganiyê heya niha li ser vê fikirîne ku li pey vê cûre îstidlala wan, mirov dikare çiqasî hêsan û rehet dubeytiyê jî berfireh bike û li dewsa çarmisrayên biwezin û wekhev û biqafiye; çar rêzikên biwezin û newekhev û carcaran biqafiye bistirê û bibe daxwazker û îdiakarê sazkirina dezgeheke nû di helbesta farisî de?!

Ez ê li vir bi kurtasî delîlên xwe li ser vê meseleyê ku di rewşa herî baş de, sêganî, heman sêxiştî ye ku berfirehtir û nûjentir bûye, dê rave bikim. Berî wan 10 sêxiştî ji nava mîrata mezin a sêxiştiyên folklor ên kurdên Xorasanê û 10 nimûne ji sêganiyên helbestvanên Îranê yên hevdem dê raberî we bikim.

  1. Le çerê min çê kir xanê/ işqî krim wexzanê/ ez 'aşq im kes nizanê

2- Tu tererî, nasekinî/ gulê çê ne  tu deçinî/ derewîna  tu we jin î!

3-  Yara min çû berfê bînê/ henekê sa min bişînê/ we wê mihanê min buynê!

4- Je xadê da we nezer be/ le nav bînan kanyêk der be/ her weqt hatim yar le ser be...

5-  Heryê bişû, heryê rêxin/ xelkî xa ye şarê dêxin/ bismilla ke dûman vêxin!

6-  Meya bûz e nê kirrînê serdarekî le nav bînê/ razî nawî le revînê

7-  Ez çi bikem yar qiçk e/ nikay karî malê bike/ çavan bixum hîn hindk e!

8- Gula gênim gula gênim/ pê le te kim te bişkênim/ navî gulê xwe le kê nim?

9- Malan bar kir, kûç we rê ket/qîz xemilî we dû dê ket/ya min û wê we xadê ket

10-  Çavêne reş kanî kanî/ min kildanek jêra hanî/ çav pir reş bûn, kil hilnanî

Û 10 sêganî ji hevalên helbestvan:

سالهای ما تمام/ انتظار و انتظار؛/ در کدام سال می‌رسد بهار؟ (علیرضا فولادی).

تنها نه بر حواشی گلهای این جهان/ برسردربهشت خداهم نوشته اند/ زن ها فرشته اند(نادرعبدالوند).

چشم درّانده تا بترساند؛/ دیکتاتور، درون این پوستر/ نفرتِ خلق را نمی‌داند (محمدرضا راثی‌پور).

سرمای ناگهانی و... بی‌رحمیِ تگرگ/با شاخه‌های ترد بهاری...؛/راضی شدم به مرگ (زهرا حیدری).

با آن که می داند/ خشکیدنش حتمی‌ست/ لبخند، پیغامِ گلِ ختمی‌ست (بهادر باقری).

تو غزل می‌گویی/ من سه‌گانی/ مردم اخبار سکه می‌خوانند (حجت‌الله کرمی).

عجله نکن!/ زن که شدی/ نامردها را بهتر می‌شناسی (فاطمه‌سادات حسینی).

شاید برای عشق/ نامی‌ست مستعار/ گلواژه‌ی بهار(سعید سلیمان‌پور ارومی).

ویرانم آنچنان/ که‌از بغض طالبان/ بودای بامیان (علیرضا قاضی¬مقدم).

ستاره‌ها! جواب...!/ کجاست قرص ماه؟/ کجاست قرص خواب؟(علیرضافولادی).

 

Wergera Kurmancî:

“-Salên me temam/ libendemayîn û libendemayîn;/ di kîjan salê de dê bihar were? (Elîriza Foladî).

-Tenê ne li ser perawêzên gulên vê cihanê/ li ser dergeha bihişta Xwedê jî nivîsîne/ jin firişte ne (Nadir Ebdolvend).

-Çavê xwe zil berdaye ta ku bitirsîne;/ zordar, di nava vê wêneyê de/ hay ji nefreta gel nîne (Mihemedriza Rasîpor).

- Sariya ji nişkê ve û... bêrehmiya zîpikê/ gel şaxeyên ter ên biharê...;/ Bi mirinê qayîl bûm (Zehra Heyderî).

- Digel ku dizane/ yê teqez hişk bibe/ kenîn, peyama gula hêroyê ye (Behadur Baqirî).

- Tu qezel distrêyî/ ez jî sêganiyê/ gel nûçeya sîkeyan dişopînin. (Hucetulla Keremî).

- Bilez nebe!/ Hema ku bûyî jin/ tu yê namêran baştir binasî (Fatimesadat Hoseynî).

- Belkî ji evînê re/ navekî qoddar e/ gulvajeya biharê (Seîd Silêmanpor Urûmî).

- Wîsa wêran im/ ku ji kelegîriya Talibanê/ Bûdaya bamiyan bûyr (Elîriza Qazîmuqedem).

- Strêrkno! Bersiv...!/ Kanê heyva kamil?/ Kanê heba xewê? (Elîriza Fûladî).”

Bi giştî û li gorî danberheva ku mirov dikare di nava van du celebên helbestê de pêk bîne, hêvî dikim ku rêbazên wekhevî û ciyawaziya van du navan ku di eslê xwe pêngaveke wêjeyî tê hesibandin û ev jî li ser esasa nêrîneke zewqî û îstinbateke wêjeyî pêşkêş bûye, were fêmkirin.

 

Sêganiya ku Ne Dudu Ne û Yek E

Niha li gor agahiyên tecrubî û carcaran hîsî û zanistî ên şexsî, divê bi kurtasî bibêjim ku : Yekem; gava kapezîta formekê tê kifşkirin û jê re rêbazên berbiçav were terîfkirin û destnîşankirin, heta heke ev rêbaz bi awayekî nerasterast û di hênê afirandina berhemê de pêşkêş be û qayîdeyên wê yên cûrbecûr bi şêweya akademîk, nehatibin formûlekirin û nasandin jî, êdî ne pêwîst e ku bo çendcaran bên kişfkirin û bi dirûvên din (tevî ciyawaziyên îhtimalî û kêm) bên pêşkêşkirin.

Dirêjahiya dîrokî ya xusrevanî, sêxiştî û nûxusrevaniyê û sazbûna wê ya bi hêdîka bi rindî nîşan dide ku tevî ku ciyawaziyên wan ji hêla navê ve heye, çavkaniya zihnî û zewqî ya van helbestan yek bûye û bi şikilekî hatine afirandin. Lê belê, balkêş e ku digel kêşeyên xwezayî û coxrafiyayî ên jiyana kurdan û bicihmayîna hezar sêxiştîyî -bêyî navê strîner- di nava wan de, dîsa jî ti kîjan ji wan îdia nekirine ku form an qalibeke wêjeyî ya nû afirandine. Nivîskarê vê nivîsara jî ku bo cara yekem ev form bi rêya çapemeniyê bi helbestvanên hevdem daye nasandin (Kovara Helbestê/ H 21ê/ Têran/ 1373an/ Vê Gavê Ez Helbest Dixwînim û Tu Bispêre Bîra Xwe) bi rêzdarî ev helbesta deyndar û mîratdarê xusrevaniyan daye zanîn û kurmanc nekirin çêker û pêşengên vê. Lê belê, gelo çima hinek ji helbestvanên îro yên Îranê ku wek sêganîbêj tên naskirin, bêyî ku berê xwe bidin dîroka netewî û gelî ya vê formê, her tiştî encama ked û îradeya xwe dihesibînin?!  Duyem jî; her wekî ku min li jor amaje kiribû, çarîn û dubeytî weke kurttirîn formên helbesta fermî ên Îranê, tevî ku her kîjan rewşên taybet rave dikin, her kîjan li du coxrafiyayên dûr ji hev hatine çêkirin û girîngtirîn sedema vê afirandina tekrarî jî ev e. Pêkan bû ku heke ev du form di herêmên nêzî hevûdî bihatina çêkirin an jî weke îroj, dezgehên pêwendî yên giştî danûstandin bileztir bikira, dê ji ber wekhevî di form û avaniyê de, bi îhtimaleke mezin yek ji wan li ya din bihata barkirin. Delîla me jî li ser vê îdiayê ev e ku em dibînin îro ti kesî hewil nedaye ta dubeytiyê di wezineke nû raberî bike û vê bike çavkaniya îcada formeke nû. Sedem jî ev e ku, ti tişt du caran nayê afirandin. Her çend bi şêweya hevalên teorîsiyen yên sêganiyê -wek mînak bi şêweya helbestvanê giranqedir Yehya Elewîferd ku di destpêka pirtûka “Diyar û Dotar”ê de ji zarê helbestvanê xwedîzewq doxtor Elîriza Fûladî sêganî wek dezgeh daye nasandin û ev wek qalib nehesibandiye- li ser dubeytiyan jî mirov dikare dezgehekê bide çêkirin ku ji her cûre helbestê çarmisrayî pêk were û tevî ku ji sînorên çarîn û dubeytiyê derbas dibe xwe wekî afirînerê îroyî bide nasandin û roj bi roj bi pêş bixe. Digel van, tecrubeya çarpare û dupeytiyên bênavber jî nîşan da ku ji aliyê gelemperî ve venimandana dahînanên kevin di di formên nû de - ta hindê ku xwe ji rêbazên qedîmî cihê bizane- dê bê redkirin û înkarkirin.

Ya sêyem; rastî ev e ku du tişt ji bo destnîşankirin û pênasekirina fermî ya formekê û berbelavkirina wê di nava wêje û civat û çandê de bibandor in û ev jî yek pesendkirin û pejirandin ji aliyê gelemperî ve ye û paşê; hin sînor in ku di rêya naskirina formê de, nahêle helwêst û nerînên cihê wê destkarî bikin û biguherînin. Ev mesele derheqê sêxiştî -û berî vê xusrevanî- jî rûdaye. Di vî warî de sêxiştî bûyereke awarte ye ji ber ku tevî ku rêyên peywendiyê tinene û kurdên Xorasanê ji xebatên wêjeyî yên Kurdistanê ne agahdar in û heta jî digel ku kurdên Xorasanê bixwe jî ta vê dawiyê bi zehmet ji rewşa hev agahdar dibûn, dîsa jî em dibînin li Kurdistanê (bi taybet cihê ku serçaviya koça kurdên Xorasanê bûye) sêxiştî, esasa gelek stranên folklorîk e. Bala xwe bidin du nimûne sêxiştiyên ku ji nava stranbêjên folklorîk Şivan Perwer (hunermendê binavûdeng ê Tirkiyeyê) hatiye wergirtin.

"Xatûnê le jor kar deke/ zêr le heniyê bar deke/ kalên sed salî har deke

Xatûnê pir evîndar e/ le ber rehma Xwedê xar e/ je êşqê maye bêpare"

 

Her wekî ku di nava van nimûneyan de jî xuya ye, di seranserî kurdnişînên Xorasanê de û di nava komeleya nêzî du milyon kurmancên vî diyarî de, hemî bi şikilek û wezinek û di sîstemeke rindikane de dest bi strandina sêxiştiyan dikin û ev spartine bîra xwe. Ev her ev nazikatî ye ku bi sebeba taybetmendiyên avanî di dubeytiyan de jî tê dîtin û bûye sedem ku dubeytîbêj - çi binavûdeng û çi jî bênavînîşan- gişt bi awayekî dubeytî bistrên. A balkêş ev e ku mirov vê taybetmendiyê tenê di van du formên sêxiştî û dubeytiyê dibîne. Digel vê yekê, mirov dikare bibêje sînordarbûna wezinê (heşt kîte bûn an hezecê murebeyê mehzûf bûn) nebûye sedem ku kapasîtên wê hindik bibin, belkî karakter dayê û parastin û bixwedîkirina wê rehetir û gelemperîtir kiriye. Mirov vê gavê pirsgirêkê baştir hest dike ku bibîne, hîn ji ser tarîxçeya sêganiyê demeke zêde nebihoriye, strînerên vê celeb helbestê li ser çawaniya çemandina rêzikan, çawaniya berçavgirtina qafiyeyan û heta li ser wezina sêganiyan li hev nakin -an jî selîqe û helwêst ne yek in- lê belê, tevî sîparişên çend carî û dayîna rêbazên cûrbecûr ji aliyê rêberên sêganîbêjan ve, dîsa jî kes li ser nahizire û zagonan berçav nagire. Mirov dikare bi wêrekî bibêje ku gelek ji sêganiyên dema me li gorî manîfêst û mekanizmên destnîşankirî ji aliyê alîgirên wê ve di navbeyna duganî heta heftganiyê de diguherin. Di vê halê de bi sedema ku sêxiştîbêjên kevn bi nivîsara farisî û rêbazên erûzê û îmkana danberheviya wezin û qafiyeyê kêmtir dizanin, lewre cidatiyên navbera berhemên wan piçîskek e û mirov dikare bibêje nayê dîtin.

Ya çarem ku, em cuda ji rol û nîşana sêxiştiyê li ser heniya sêganîbêjiya hevdem, em heqê hevalên sêganîbêj di pêşketin û berfirehtirkirina celebek ji sêxiştiyê de bipejirînin, gelo em dikarin ji mafê kesên ku helbestên kurt li Îranê distirên derbas bibin ku wan ji serdema Nîma heya îro di formên nîmayî an azad de, helbesta kurt strandine û heta jî pirtûkin bi mebesta nasandin û pêşxistin û sîparîşkirina vê cûre helbestê weşandine? Gelo mirov dikare pirtûka Kinbêjiya Helbestvan berhema Sîrûsê Nozerî, helbestvanê Şîrazî (Yêran, weşangeha Qoqnûs, 1388) tune bike û bibêje ku; Nozerî hewlên di van salan de xwe gişt nedaye ser strandina helbestên kurt û sê berhemên ji hebestên kurt neweşandine? Gelo mirov dikare li pêşengiya helbestvanên wek Yedolla Royayî, M. Azad, Mihemedê Zehrî, Mensûrê Ocî û Bîjen Celalî di geşkirina vê formê de mikur neyê?!

Û li dawiyê jî gelo kesên wek Elîriza Sedefî (Ateş), Îsmayîlê Reha, Umran Selahî, Qodsî Qazî Nûrî, Mîna Destxêyb, Şaporê Bunyad, Efşînê Şahrodî, Riza Çayçî, Gîtiyê Xoşdêl, Pejek Seferî, Qulamhisênê Nesîrîpor û çend helbestvanên din ku gişt jî di etmostfereke helbesta kurt de bûne, nedikarîn form an dezgeheke cihê bidin nasandin -li gor sîstema erûzî ya farisiyê û ji bo bigihînî asta sê rêzikê, bi hêsanî hejmara rêzikan tê kêmkirin û zêdekirin- ku îdiayekî wisa ne zehmet e ne jî wêrekî pêwîst e?!

 

Binemayên Newekhewî û Wekheviya Sêxiştî û Sêganiyê

Em li ser vê baweriyê ne û îsrar dikin ku ev du nav (sêxêştî û sêganî) her yek in, lê belê, me qala rastiyên wan û tarîxçeya derketinê kir. Ji bilî van derk û têgihîşteke berbiçav jî pêwîst e. Dibe ku xurttirîn alîgira ku li ser vê mijarê nivîskarê vê nivîsê dikare xwe bispêrê, ev e ku xweşbextane ji kapesît û rindikatiya zimanî û wejeyî ya hem farisî û hem jî kurdî dizane û agahdar e û dikare ku hidûd, çendanî, çawanî, tarîf, cidatî û wekheviyên sêxiştî û sêganiyê ji her hêlê ve binirxîne û vebêje. Loma hevalên ku ji vê qayîdeyê bi dûr in nikarin li ser vê mijarê bi şarezayî tev bigerin.

Elîriza Fûladî di girêdaneke malpera xwe de dinivîse: "Niha ku hokarên fikrî û civakî, bi taybet minimalism û kêmtehemilî ya bi giştî û taybetî, helbesta kurt li ser zêde bikarbirinê daye sepandin, sêganî tê dikoşe ku valahîya helbesta farsî ji ber hewcedariya civaka wêjeyî bi helbesta kurt a «îranî» û «biroj» û «pênasebûyî», tijî bike. Çêbûna sêganiyê di van mercan de wê dide xuyakirin ku pergala helbesta farsî, hê zindî û bi hêz û berdewam e."

Li gorî nasîna ji nêzve ya nivîskarê van xetan ji bêjer û nivîserê hevokên jorîn, dijwar e ku bipejirîne ev bêje ji ber nasîna tam a wî ji sêganiyan û teybetiyên wî hatine nivîsîn. Bi vî baldariyê, min ti şer û dijayetî bi gotina birêz Fûladî re nîne - û nabe jî hebe- lê belê, Fûladî bi xaleke baş amaje dike lê têgihîştineke nerast dide xuyakirin û ji bo sêganiyê pile û dereceya "afirandinê" qayîl dibe. Mirov nikare xemgînî û heyirîna xwe diyar bike; tevî ku Elîriza Fûladî baş dizane ku mirov nikare tiştê ku berê qewimiye dîsa çêbike. Tenê dikare hewl bide wê vejîne yan di texlîtên wek xezel a farsî, dikare wê di şêwaz û têdexistiyên nûjentir biceribîne û bi hevdemkirina wê di gel hewcedariyên îroyiya civaka wêjeyî de, xezela niokilasîkê ji kûrahiya wê derxîne. Wesfên «îranî» û «biroj» û «pênasebûyî» giringtirîn hêl in ku Fûladî ji bo sêganiyên îroyî berçav girtine. Niha ku tevayiya van hêlan bi awayekî vekirî di sêxiştiyê de pêk hatiye û em jî wekî îlanker û handerên vê helbestê, tam ji ber van hokaran ser hiştin û parastina wê bi rijd in ku îranî ne, xwediyê pênaseyê ne û dikare biroj be.

Werhal û bi gumana min, cuda ji wekheviyên naverokî û derûnî, ji ber nîşaneyên derveyî û formîk, piresîbên hevparî û bûyera sêxiştî û sêganiyê dikarin wiha venasin:

1- Sêmisrayî an sêtîke û sêpişk bûn; ji hêla zahir û formê ve, girîngtirîn taybetmendiya vê celeb helbestê û pênaseya sereke ya vê formê ye. Her wekî ku pêşekî jî me gotibû, gava pênaseya destnîşankirî ya berhemeke hunerî heye, pêwîstiya wê bi afirandina ji nû ve nîne û ji bilî çarîn û dubeytiyê ku sedemên vê hebûn -ku me gotibû jî- di ti mînakên din de, di dîroka wêjeyê de ji vê rêbazê venegerîne û heke jî vegerîne; ev akam bi sedema ku ji aliyê giştî ve nehatiye hemilandin xwe bi xwe ji meydana danûstandinê derketiye. Sêxiştî (bi gotina hinan di hin dever û êlên kurd ên Xorasanê; sêgot an sêbêj) ji sê rêzikan pêk hatiye û ev heman pîvan e ku şiroveker û berdevkên sêganiyê dipesendin. Doxtor Elîriza Fûladî Qerîb dibêje: “sêganî, helbesteke bi forma derveyî ya sêbeşî (sêtîkeyî) ku ji nava taybetmendiyên esasî yên sêganiyê, «sêbeşîbûn» çendaniya reqemî ya sêganiyê ava dike û beşek ji binyada «forma mekanîk»a wê pêk tîne.»

Li gor wê esasê, sêganî form û pîvaneke derveyî û nû çênake û dîroka sêbeşîbûnê di wêjeya netewî û qewmî digihîne hezar salî.

2- Tekîd li ser hebûna wezin û qafiyeyê; ev taybetmeniya hevpar e ku di sêxiştiyan de bi şikilê qafiye li her sê misrayan, û di sêganiyan de qafiye tenê li du misrayan, ji xwe wilo dide holê ku tewer ji têgihîştineke hevpişk e. Tesîra qafiyeyê di helbestên sêmisrayî de û digel vê pejrandina bandora wezinê, jî xalek e ku berî sêganiyê di sêmisrayiyên kurdî (sêxiştiyan) de lê tekîd bûye. Tesîra du faktorên wezin û qafiyeyê wisa ye ku me dîtiye di helbestên sêganî de, di formên azad û nahevaheng de helbestên biserketî kêmtir hatine strandin. Bi giştî heke wezin û qafiyeyê ji sêganiyê bistînin, dê tiştekî maqûl jê re nemîne. Ji ber vê yekê ye ku, Elîriza Fûladî di malpera xwe de bi caran li ser girîngiya çawaniya harmonîk û rîtmîk a sêganiyan tekîd kiriye.

3- Girtîbûn û kutanbûn; biwêjek e ku bo terîf û destnîşankirina sêganiyê bi kar hatiye. Ev taybetmendî nîşan dide ku hereketa peyv û naveroka sêganiyê sînordar e. Ji aliyekî jî ev pênaseyên kilasîk ên şiroveker û rexnegerên wêjeyî ji çarînê tîne bîra mirov, lê belê, ev taybetmendî bi eşkereyî di sêxiştiyan de jî tê xwuyakirin. Ji nava zêdehî 3 hezar sêxiştiyên berhevkirî bi dirêjahiya dîroka çend sed salî ya sirgûniya kurdan bo Xorasanê û helbet jî bi dirêjahiya dîroka çend hezar salî ya vê helbestê; mirov helbestekê nabîne ku yekem; girtî nebe û pêdivî bi berdewamî û kişandinê hebe. Ya duyem jî; mirov helbestekê nabîne ku dawiyeke eyan û kutanbûn tinebe û bi gotina hevalan bêyî dawîn û kamilbûnê be. Di nava dîroka wêjeya kurdên Xorasanê -û belkî jî berfirehtir ji Xorasanê- em heta sêxiştiyekê jî peyda nakin ku ji hêla wate û beyanê ve, girêdayî bi sêxiştiya din be. Heta li cihên ku sêxiştî destan an hemaseyekê distrê (wek mînak hemaseya şanazîber û xembar a Xanê Kelmîşî) û li kêleka hev hatine rêzê dîsa jî ji hêla wateyê ve ti kîjan têkildarî ya din nînin. Ji vê yekê girîngtir, di nimûneyên ku navgirên strananan bi awayekî din guhar (guşvare) ku rêzikên terciya stranê tên hesibandin tim dubare dibin û esasen divê sêxiştiya berî wê wek destpêka van rêzikan bibin, dîsa jî em dibînin ku sêxiştî serbixwe ne û teybetmendiyên helbesteke tam û teqûz tê de hene.

Kilîdarî we dar gwîz e/ gulan tê de vîze vîze/ xatirê te pir azîz e

Xanê Kelmîşî/ fikrekê bikşîn/ fikr nekşînî/ tê ser me quşîn...

 

Ev strana navdar di dûmahiyê bi vî awayî dom dike; sêxiştiyek tevî ku derbarê şerr û şehadeta Gulmihemedê Kelmîşî ye, xwedî naverokên serbixwe ye tê xwendin û dîsa terciya stranê dubare dibe. Sed helbet mirov dikare ji hêla dirûv û çarçoveya zahirî ve ji du formên sêxiştî û sêganiyê re xalên hevpar û hevşib zêde vebêje û li ser vê em bala xwe didin pênaseyên raberîbûyî ji aliyê manîfestnivîsên sêganiyê ta bigihînin teşxîseke wekhev. Em dê qala hêlên derveyî bikin û derbasî bingehên navxweyî û naverokî bibin û li ser çend xalan rawestin:

Ta hindê ku em ji deqên teorisiyenên sêganiyê dixwînin, “sêganî ji hêla mijar û naverokê ve helbesta jiyanê ye û ji nêrîna cihanbîniyê helbesteke hikmetbar e”. Ji bilî vê yekê, li ser vê baweriyê ne ku di sêganiyê de kapesîta nûjenbûnê  û adaptasiyona gel pêwîstiyên wêjeyî an civakî yên rojevê heye. Helbet ev îdia temamen dirust û bi cih e. Digel van şiroveyan, kîjan ji bêjerên vê gotinê dikarin sêxiştiyên kurdî bi dirustî bixwînin da ku bigihîjin vê encamê ku di nava mîrata dewlemend a vê celeba wêjeyî de, helbesta ku jiyanê vebêje û şayesên hikmetbar çêke tinene? Dîsa jî, kîjan ji van delalan dikarin bi zimanê kurdî sêxiştiyan bistirên ta tê bihihîjin sêxiştî nikare pêwîstiyên weke nûjenbûnê û mijarên civakî yên rojevê bi rê ve bibe? Mirov dikare bi wêrekî bide xuyakirin ku heta sêxiştiyek jî ku têkildarî jiyanê nebûbe û dûr ji çarçoveyên danûstandinên însanî û niyazên wî hatibin strandin, nîne.

Di der heqê nêrîna hikmetbar an cihanbînî û felsefeya hikimî de jî wisa ye:

"Ez qûrbane dudiyê hevdil/ satê je hev nabin xafil/ behra duniyê wan herduyan bir"

Diyar e ev sêxiştî dixwaze li ser girîngiya jiyana romantîzm tekîdê bike, û bi hikimeta jiyaneke bi vî awayî amaje bike û li ser vê jî tekîdê bike. Sêxiştî tijî ji xalên hikmetbar in û ji ber ku çavkaniya hikmetê nêrîna xweşbînane û sade ya gelên gundî û koçber e, û bi tama evîn û hevaltiyê hatiye werkirin, gelek zêdetir ji helbestên hekîmane yên helbestvanên zana û alim û dertir ji ramanên felsefî yên sêganibêjên îroyîn li dil rûdinin. Ji ber ku qisekirin li dirêjiyê dikeve û şayesandin zêde dibe û bo nivîsê nehêja ye, mirov dikare bi anîna mînakên cihêreng, vê wateyê şirove û ronî û tekmîl bike. Lê belê, bi nêrîna min heke hûn binêrine sêxiştiyên ku min li jor anîne, hingê dubarekirin dê pêwîst neke.

 

Sêganî û Sêxiştyên Hevdem

Beşa dawîn a serfesla vê têbîniyê bi kurtasî dê li ser sêxiştiyên hevdem bibe. Herwekî ku di nava gotinên serî de amaje pê hat kirin, sêganîbêjên serdema me, pêgeha daketinê û bilindahiya pêşîbûnê ya sêganiyan ji hêla naverokê ve li îroyînbûnê û şiyana alana pêwîstiyên jiyana modern dizanin. Tevî van jî, doxtor Elîriza Fûladî rêbazên sêganiyê li heft bendan dabaş û şirove dike:

1- Vedîtin û bûyera helbestvanane

2- Levketina hest û hizran

3- Rakirina rehendên riwalet û wateyê

4- Bikaranîna fendên taybet ên "mesel û hikem" "karîkalmator" û "gotinên bijare"

5- Paradoks

6- Îcaza dubare

7- Zimanê sade û di heman demê de, bihêz

Bi dîtina van taybetmendiyan û pênasekirin û sînordayinan, bi hêsanî mirov tê digihîje ku yekem; ev rêbaz tenê bo yek cûre helbesteke taybet nîne û ti helbest jî nîne ku bêyî van xal û rêbazan saz bûbe û bi forma fermî hatibe nasandin. Ya duyem jî; tesadufî hin ji van derbirrîn û şayesan, tam ji pêş de di sêxiştiyan de xwe daye nimandin; zimanê sade, îcaza dubare, behrewergirtin ji meselan, levketina hest û hizran... Û dîsa jî tiştên din em bi wan zêde bikin; evîndarî, sadehî, zelalbûn di hikimkirinê de, nêzîkatî bi sirişta însanî, natoralîzm û her wekî din... Ku di rastiye de gişt ji taybetmendiyên bêhempa yên sêxiştiyan e.

Tiştek nebe jî, heke di demên borî de helbestek natê sêxiştiyê carinan ji ber ku ji civînên rexne û nêrînên resmî û akademîk dûr maye û di qadek ji sadehiya beyan û wêneyên çiyayî yên destnexwerî û hin caran bi qisûrên wezin û qafiyeyê re geş bûye û hatiye pêşde, lê belê, îroj kurdzimanên xorasanî bi zimanê nivîsîn û bingeha ciwannasane ya modern nasyar bûne, êdî cihê xefletê nîne û esasen xem û dexdexe ji pêşneketinê û kesadiya edebî di hizira vî gelî de nayê dîtin. Îroj û li kêlega sîstema edebî ya nefermî û maşîna folklor ku hêşta bi afirandina naverokê mijûl e, helbestvanên kurdîziman ên xorasanî, tevî naskirina dirust a pêwîstiyên civakê, bi mereq mijûlî amadekirina sêxiştiyên nûjen û beroj in. Li ser vê meseleyê, nimûneyên ku dê raberî bin bi îhtimalekê bi sedema navdarbûnê ji ronîtirîn û hazirtirîn berhemên sêxiştiya îroyîn bên hesibandin. Gelek ji hunermend û dengbêjên kurd ên Xorasanê di serdema me de, dengê stranên sêxiştî ên nûjen ên helbestvanên kurd di vê coxrafiyayê de ne. Ew sêxiştiyên ku ne bitenê nûjen nînin, lê belê, ji çand û niştîman û kapesîtên zimanî yên kurdên xorasanê jî dûr nebûne û bi behaneya modernîsma wêjeyî, dîrok û coxrafiyaya helbestvan nebiriye bin hikimê xwe:

Smayîl Hisênpor:

Baran bibar, tî nî tî nî/ tu pirs meke ku em kî nî/ em gulêne bêxwedî nî

 Doxtor Sadiq Ferhadî:

Xew je çavê xelkê birin/ çîkê xwedê dehêjmirin/ je daxê wan yêk kêmtir in

 Kerîm Ekberzade:

Gulîl tu serbilind çiya/ wexta ku te jan dekiya/ xwedê we zulmê hesiya

 Elîriza Spahîlayîn:

Nanê fetîr nanê fetîr/ we hêstiran bûnî hevîr/ le see çîkan bûnî jebîr

Di beşa dawîn ya vê nivîsarê de, ez ê bi rijd bim; heke bilindahiya pêşîbûnê ya destpêşxeriyan û heybeta aderiyan û erzişa mîratan bi gotineke din şexsiyet û hebûn û pênaseya xwe em binpê bikin, ne tenê em dê bi pêş nekivin belkî encama wê dê bêhurmetî û lawaziya çandan û li dawiyê jî destên me yên vala li hemberî xelkê çêbe. Ez zêde hez dikim ku hevalên min ên helbestvan û rindbêj û zana di warê helbesta parisî û bi taybet di warê sêganibêjiyê de li girîngî û rola dîrokî ya xusrevanî û sêxiştiyê mikur werin, û pêşniyarên xwe yên qels li ser bingeheke dewlemend û zindî û bibandor, bidin îcadkirin û pênasedarkirin ta ku wêjeya me bi saya vê tevgera zanistî û berpisyarane dê mayindetir û berztir bibe. Hêvî ku wisa be.

Hin çavkanî û refrens:

1- Celîlê Celîl û Gulê Şadkam/ Sêxiştiyên Kurmanciya Xorasanş/ Enstîtûya Kurdî ya Otrîşê 2012a. Û: Îsmayîl Hisênpor/ Doyar û Dotar/ weşana EmûElewî/ Qom 1393.

2- Kelîmulla Tevehodî (Kanîmal)/ Heteketa Dîrokî ya Kurd bo Xorasanê, ji bo Bergîrî ji Serxwebûna Îranê/ kovarên yekem heya şeşem/ weşana Moelif.

Îbnê Xordadbe/ Ellehvûlmelahî/ weşana Eqnatiyos/ Beyrot 1961-3.

4- Mêdî Exevan Salês/ Dojeh lê Sar/ weşana Toka'yê/ Têran1357.

5- E. Paşayî û Ehmed Şamlo/ Hayko Helbesta Japonî/ weşana Çêşme/ Têran 1384

6- Elîriza Spahîlayîn/ h 21ê Kovara Helbestê/ qada hunerî ya saziya reklamên îslamî/ Têhran 1373.

7- Smayîl Hisênpor/ Asîman bê sînor e/ wrşana Cihanî/ Bijnord 1390.

Û Yehya Elewîferd/ Sêxiştiyên Modern/ weşama EmûElewî/ Qom 1394; du nemûne pirtûkên weşandî di vî warî de ye.

8- Kinbêjiya Helbestvav/ Sîrûs Nozerî/ Têran, weşana Qoqnûs'ê 1388.