BasNews – Beşek ji hilberînerên Tirkiyê û parêzgeha Hewlêrê civîneke berfireh bi navê Lûtkeya Hilberîneran rêk dixin û odeya bazirganî û pîşesaziya herêma Kurdistanê jî zanyariî li ser civînê dide.
Îro 29.09.2019ê civîneke berfireh a bazirganên bajarê Hewlêrê û Tirkiyê bi navê ‘’Lûtkeya Hilberînerên Tirkiyê û Kurdistanê’’ pêktîne û biryare derbarê pêşeroja bazirganiya navçeyê de guftûgo bikin.
Berdevkê odeya bazirganî û pîşesaziya herêma Kurdistanê Karwan Sûrçî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Nezîkî 50 şîrketên mezin ên Tirkiyê û bazirgan û xwedî kar û pîşesazkarên Tirkiyê li Hewlêrê ne û li gel bazirganên Hewlêrê dicivin û dixwazin beşdarî li pêşengeha navnetewî ya Hewlêrê bikin, ku biryare di destpêka meha pêş de ji hilberîneran re bê vekirin û dixwazin li gel yek kar û projeyan encam bidin.’’
Herwaha got: ‘’Biryar bû li Hewlêrê bazirgan biçin Tirkiyê bo hevdîtinan li gel bazirganên wî welatî pêkbînin, lê naha ew erk û westandin nayê xwestin û li vêderê dikare ew hevdîtin pêkbên.’’
Karwan Sûrçî got: ‘’Di heyama çend mehên îsal de tevgerekî bazirganî destpê kiriye û odeya bazirganî û pîşesaziya Kurdistanê protokolek li gel welatan îmza kiriye û ew jî dixwazin sermaye li Kurdistanê birazînin û yek ji wan welatan jî Tirkiye ye.’’