Messi dîsa bû baştirîn yarîzanê cîhanê Messi dîsa bû baştirîn yarîzanê cîhanê
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Messi dîsa bû baştirîn yarîzanê cîhanê

BasNews – Yarîzanê navdarê fûtbolê Lionel Messi bo cara şeşemîn bû baştirînê cîhanê.

Şeva borî li bajarê Mîlano yê Îtaliya, baştirîn yarîzanên cîhanê di warê fûtbolê de ji aliyê FIFAyê ve hatin hilbijartin û xelatkirin.

Sê kes bo baştirînê cîhanê hatibûn kandîdkirin: Lionel Messi, Ronaldo Cristiano û Van Dijk.

Di encama dengdanê de Messi karî piraniya dengan (46 deng) bi dest bîne û bibe baştirîn yarîzanê cîhanê. Van Dijk bi 38 dengan bû duyem û Ronaldo jî bi 36 dengan bû sêyem.

Ev cara şeşemîn e Messi dibe baştirînê cîhanê. Messi, Arjantînî ye lê niha di tîma Barcelona ya Spanyayê de dilîze.