Koçer Ebdula
BasNews – Bi armanca bangeşe kirina bo beşdariya şîrketên mezin ên berhemanînê li herêma Kurdistanê û bi bingehê projeyên jiyana takekesî, îro korbenda aboriya civakî li Kurdistanê dest bi karên xwe kir.
Serpereştyarê fromê Firset Tehsîn ji basnewsê re ragehand: ‘’Bi armanca teşfîq kirina zêdetir a berhemdaran bo careke din proseya kar a berfireh li Kurdistanê destpê bike, me ev proje rêkxistiye ku bikarin bi rêya wan şîrketan ku xwedî derfetî herî zêdene bo bikarxistina sermaye, projeya aboriya civakî em bikarin bi rêya wan ve bikarbixin. Ji ber em dixwazin bi rêya wan projeyan ve hemwelatiyên Kurdistanê jî teşfîq bikin ku dikarin kar bikin, lê pêwîstiya wan bi alîkariya madî heye û me jî navê vê projeyê kiriye kêrxwe hatin (Têra xwe kirin, jiyana xwe dabîn kirin.)’’
Herwaha got: ‘’Naha piştî krîza darayî em dixwazin şîrketên mezin ên berhemanînê teşfîq bikin ku bên li Kurdistanê kar bikin û ji bow ê jî gelek şîrketa amadebûna xwe nîşan dane, ku bi milyaran dolar di vê çarçovê de bixin kar.’’