BasNews- Ji Tirkiye û cîhanê gelek hunermend wê 7ê Cotmehê ji bo konsera bi navê “Dengê Sibeha Rewşen” derkevin ser dikê û konsertekê bidin. Konsert bi armanca 150 saliya muzîkologê naskirî yê ermen Gomîdas tê lidarxistin.
Konser wê bi hevkariya Anadolu Kultur, Kalan Muzîk û Maxim Gorki Theaterê pêk bê û ji Tirkiye, Amerîka û Ermenistanê hunermend wê beste û berhevokên müzikolog Gomîdas Vartaped bistirên.
Hunermendên weke Aynur Dogan, Ertan Tekin, Karatsayn Quartet, Kevork Tavityan, Levon Eroyan, Koroya Zarokan a Lusavoriçî û Sevana Tchakerian, Pervin Chakar Şevval Sam, Koma muzîkê ya Vomank, Projeya Yerkaranê, ji Ermenistanê koma muzîkê GOGHt, Ara Dinkjiaan û Zulal Trîo û gelek hunermendîn din wê derkevin ser dikê û li Salona Konserê ya Cemîl Reşît Reyî bistirên.
Gomidas Vartaped ango Soğomon Kevork Soğomanyan, bestekar, etnomuzîkolog û şefê koroyan e. Sala 1869ê li Kutahyayê ji dayik bûye. Weke avakarê Muzîka Klasîk a Ermeniyan tê qebûlkirin. Dema yeksalî bûye dêya wî, 10 salî bûye jî bavê wî miriye. Heta 1881ê li gel dapîra xwe maye. Çûye dibistana ruhbanan a dêra ermenan a li Eçmiadzinê û di sala 1895ê bûye papaz. Navê xwe kiriye Gomîdas ku navê Katolîkos Gomîdas, hozanekî ermenan bûye.
Beşdarî koroya Manastira Eçmiadzinê bûye. Di sala 1896ê de çûye Berlînê û li vir perwerdeya muzîkolojiyê dîtiye. Di sala 1899ê de bûye doktorê muzîkolojiyê ku mijara wî “Muzika gelerî ya kurdan” bûye. Stranên gelêrî yên kurdan berhev kiriye.
Di 24ê Nîsana 1915ê de tevlî hin rewşenbîrên din ên ermen sirgunê Çankiriyê bûye.
Gomîdas Vartaped