Rukiye Mistefa
BasNews - Şîrketa sîgorta ya Vitality a navenda wê Brîtanyaye, bi giştî li cîhanê bi 140 hezar kesan ve lêkolînek pêkanî û li gor wê lêkolînê 12 mehan her roj di heftiyê de 90 hûrdem ango rojê 13 hûrdem spora ku tê kirin dema jiyan kirinê 3 salan zêde dike.
Ew spora ku tê gotin, wek tevgera beden a fîzîkî, li gor kesên ku tevger nakin an jî di heftiyê de ji nîv demjimêrê kêmtir tevger dikin derbasdar dibe. Li gor pisporan meşên ku tên kirin û herwaha paskîl ajotin jî heman bandorê di bedenê de ava dike. Li gor heman lêkolînê kesên ku di heftiyê de sporê herî kêm 3 demjimêran jî dikin, temenê wan heta 4 salên din jî dirêj dibe.