BasNews- Wezîra Bazirganiyê ya Tirkiyê Ruhsar Pekcan dibêje daxwaz ji Amerîka kir ku gemaroyên bazirganî yên di navbera herdu welatan de rake.
Ligor medyaya Tirkiyê belav kiriye, Wezîra Bazirganiyê ya Tirkiyê Ruhsar Pekcan îro şemiyê 07.09.2019an ligel Wezîrê Ticaretê yê Amerîkayê Wilbur Ross civiya ye. Herwiha di civînê da Ruhsarê aşkere kiriye tevî cezayên Amerîka yên dijî Tirkiyê piştî kirîna Tirkiyê sîstema berevanî ya mûşekan S-400 ji Rûsya, Washington û Enqerayê pilan dikin ku asta bazirganiya xwe ya salan bigihînin 100 milyar dolarî.
Wezîr Ruhsar Pekcan gotiyê wê ji wezîrê bazirganiya Amerîka Wilbur Ross re pêşbîniya Tirkiyê ya zelal derbiriye li dor jinavbirina wan cezayên bazirganî û siyasetên ku rêveberiya Amerîka sepandine û rê li pêşvebirina bazirganiya hevbeş digrin
Pekcan got wê di kombûnê de bilindkirina berhemên seferên asmanî, otombîl, xişil, cil û bergên û hin kertên din ên Tirkiyê gotûbêj kiriye.
Herwiha Balyozxaneya Amerîka got Ross û Pekcan erêkiribûn ku bilindkirina asta bazirganiyê bo 100 milyar dolar salane, wê pêwîstî bi karekî dijwar hebe ji aliyê herdû welatan ve.