BasNews – Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, duyemîn şampiyontiya hilgirtina giraniyê (halter) ya keçan dest pê kir.
Îro danê sibê li Sine, duyemîn hevrikiya hilgirtina giraniyê ya keçan bi beşdariya 111 sporvanên keç ji 27 eyaletên Îranê dest pê kir.
Yariyên han dê heta çar rojan bidomin. Tîma eyaleta Kurdistanê (Sine), ku par bibû şampiyon, bi 10 endaman beşdar e.
Tîma halterê ya keçan ya Sine