Şiwan Berzincî
BasNews – Desteya jînge ya herêma Kurdistanê lîsteyekî cezayên binpê kirinan derxist, ku her kesekî nêçîra hin cureyên sewalan bike, bi pareyekî zêde ve tê ceza kirin û cezayê herî giran jî 10 milyon dînar ango nêzîkî 8 heza dolarê Amerîkî ye.
Li gor wê lîsteya binpê kirinên hatiye diyar kirin, ku ji aliyê desteya jîngeya herêma Kurdistanê ve hatiye derxistin tê gotin, herkesekî nêçîra piling bike 10 milyon dînar ceza dê bide, herwaha hurçên qehweyî û hirçên reş jî bi heman awayî ye.
Li gor wê lîsteyê cezayê herî kêm 100 hezar dînar e, yê herî zêde jî 10 milyon dînar e.
Li gor wê lîsteyê: Pezkovî, xezal, piling, hirç û hwd cezayê kuştina wan sewalan 10 milyon dînar e.
Herwaha kuştina beraz: 500 hezar dînar, kuştina rovî 200 hezar dînar, kuştina sîxur 200 hezar dînar û kuştina sîvore ango simore jî bi 100 hezar dînar ve tê ceza kirin.