BasNews- Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab aşkere kir ku ligor bernameya wan û pereyê li ber destê wan wê mûçeya fermanberan beriya cejnê belav bikin.
Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab ji BasNewsê ra axivî û da zanîn ku bernameyeka wan bo dabeşkirina mûçeyê heye. Herwiha li gor wê bernameyê mûçeya beriya cejnê wê were belavkirin.
Herwiha Wezîr Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab got: "Heger pere li ber destê me hebe ew bername weke xwe dihête cîbecîkirin û tê da ti derengxistin çênabe. Lêbelê pere hemû di rojekê da nayê û ji ber wê pareye hemû wezaretan di nava 2-3 rojan da nayê dabeşkirin. Herçiqas pere li ber destê me hebe em ê wî pereyî dabeş bikin.”
Di berdewamiya axaftina xwe jî da Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab da zanîn ku heger Bexda beriya cejnê pereyê fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne bêyî ti probleman wê peryê hemû fermanberan dabeş bikin.
.