Fermandarê Hêzên Ser Sînor: Divê PKK ji navçeyên sînorî derkeve Fermandarê Hêzên Ser Sînor: Divê PKK ji navçeyên sînorî derkeve
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Fermandarê Hêzên Ser Sînor: Divê PKK ji navçeyên sînorî derkeve

 

BasNews - Fermandarê Hêzên Pasevanî yên Ser Sînorê Herêma Kurdistanê, ku ser bi Hikûmeta Iraqê ve ye, ragihand ku ji ber PKKê 400 gundên ser sînor li Herêma Kurdistanê vala bûne û pêwîst e PKK ji wan navçeyan derkeve ji ber ku ziyanê dighîne Herêma Kurdistanê.

Lîwa Şêrgo Zengene Fermandarê Hêzên Pasevanî yên Ser Sînorê Herêma Kurdistanê ji malpera KiDP.infoyê ra ragihand: “Tirkiye berdewam e li ser operasyonên xwe li dijî navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û em wek Hikûmeta Iraqê jî agahdar in ji wan êrîşan û em dizanin ku ziyan digihê navçeyê.”

Herwiha Zengene behsa ziyana xelkê jî kir û wiha got: “Her ku ew navçe tê bombebarankirin ziyaneke mezin dighê zevî û baxên xelkê wan navçeyan û xelk koçber dibin. Lewma jî pêwîst e êdî xelk nebin qurbanî û nabe xelkên sivîl ên Herêma Kurdistanê bibin qurbanî û nabe rewş wiha berdewam be.”

Fermandae Zengene wiha berdewam kir: “Eger PKK ji wan navçeyan dernekeve dê topbaran û bombebaran berdewam bin û pêwêst e PKK ji wan navçeyan derkeve. Heya niha 400 gundên Başûrê Kurdistanê vala bûne ji ber PKKê. Çekdarên wê diçin nava gundan û Tirkiye jî wan gundan didin û xelkê sivîl jî dibin qurbanî.”