Hewlêr bê alîgirên xwe diçe hemberî Kerxa Iraqê Hewlêr bê alîgirên xwe diçe hemberî Kerxa Iraqê
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Hewlêr bê alîgirên xwe diçe hemberî Kerxa Iraqê

BasNews – Tîma fûtbolê ya Hewlêrê dê bêyî piştevaniya hander û alîgirên xwe li hember tîmeka Iraqî yariyê bike.

Tîma Hewlêrê dê îro di çarçoveya yariyên lîga sûper ya Iraqê de li hember tîma Kerx ya Iraqê bilîze.

Ji ber ku tîma Hewlêrê hatibû cezakirin, lîstika han dê li yarîgeha tîma Hindirên û bêyî amadebûna hander û alîgirên tîmê were kirin.

Tîma Hewlêrê roja 26 Hezîrana îsal li Hewlêrê bi tîma Necefê re lîstibû. Di wê yariyê de hander û alîgirên tîma Hewlêrê êrişî alîgirên tîma Necefê kiribûn, ji ber wê jî Federasyona Fûtbola Iraqê ew tîm ceza kiribû. Li gorî wê cezayê, tîma Hewlêrê hetanî dûmahîka lîgê dê li derveyî yarîgeha xwe û bêyî alîgir û handerên xwe bilîze.

Tîma Hewlêrê 41 xalên wê hene û di rêza yazdehemîn ya lîga Iraqê de ye.