Heme Perêşan
BasNews – Şofêr ango ajokarê navdar ê kurd, li Almanyayê di pêşbirka lezê de bû yekem.
Duh 15.06.2019ê ajokarê otomobîlên pêşbirkê Isaac Tutumlu yê xelkê bakurê Kurdistanê yê ji Amedê, di pêşbirga Nurburgring a Almanyayê de bû yekem.
Şofêrê kurd bi Al a Kurdistanê ve xelata yekembûnê wergirt. Herwaha otomobîlek jî bi awayê Al a Kurdistanê nexşandibû û li gor zanyariyên berdest jî yekem care bi Al a Kurdistanê ve tîmek wê lîstokê de serkeftî be.
Isaac Tutumlu sala 1985ê li Barcelonayê ji dayîk bûye. Dayîka wê Îspanyayî, bavê wî jî xelkê Amed a Bakurê Kurdistanê ye. Herwaha yek ji şofêrên asta bilind ê cîhanê yê kurd e û beşdarî gelek pêşbirên cîhanî bûye.