Mistefa Dogan
“Diya min bi dengên te yên mayî dijî.”
Hevoka dawî ya fîlma “Dengê Bavê Min” e ev. Fîlm behsa çîroka malbata Doğan a ji Elbistanê dike. Lîstikvanên fîlmê jî herwiha endamên malbatê ne. Ji serê fîlm heta dawî, em rastî dengên bavê malbatê tên ku em tu carî rûyê wî nabînin. Basê bi tena serê xwe li gundekî Elbistanê dijî, zilamê wê Mistefa, ji bo xebatê ji zû ve ye çûye Ewropayê û venegeriyaye. Lawê mezin Hesen jî bi pey fikra xwe ya siyasî ketiye û çûye. Kurê biçûk Mehmet jî li Diyarbekirê dijî û car caran tê ba diya xwe.
Di fîlmê de teyîbek heye. Di wê teybê de, dengê Basê û zilamê malbatê heye. Di wan axaftinan de em serpêhatiya vê malê fêm dikin. Ne tenê ew, hema bêje em kêm-zêde serpêhatiya hemû Kurdên Elewî yên derdora Meraş û Sêwasê dibînin. Fîlm bi dengan me dibê nav atmosfera Kurdên me yên “dûr.” Ew teyîb, Basê bi heyatê ve girê did
Kurdên wê herêmê di nav sînorê Tirkan û Kurdan de ne. Em di fîlmê de hîs dikin ku ne haya Kurdan ji wan heye ne jî Tirk wan bi nasnameyê wan qebûl dikin.
Anektodeke ji fîlmê dilê mirov dax dike; Hesen diçe mektebê, mielim navê diya wî dipirse, dema ku Hesen bersivê dide, hemû sinif pê dikene. Hesen hêrs dibe, tê malê, radigihije kimlikê diya xwe Basê û bêyî ku jê bipirse, wê dibe nifûsê, navê wê yê fermî diguherîne.
Di fîlmê de qetlîama li ser Kurdên Elewî yên Meraşê jî ji devê Basê tê gotin. Basê, rûpelên rojnameyê yên ku behsa wê qetlîamê dikin li malê vedişêre. Ev jî bala me dibe ser “hafiza”ya veşartî ya Kurmancên wê deverê.
Fîlm piranî di mala Basê de derbas dibe û piranî bi sekansên fîks, ew atmosfera malê, tenêtî û hesreta Basê nîşanî temaşevanan dide. Wekî ku ji navê fîlmê mirov fêm dike, deng li navenda fîlmê ye. Tiştekî din ku hêjayî gotinê ye jî ez bêjim; fîlm bi temamî bi Kurmanciya wê herêmê yanî bi devoka Kurdên Meraşê ye. Di vir de lazim e ez behsa edîsyona Mazlûm Doğan bikim ku ew jî şêwirmendê tekstên senaryoyê ye.
Piştî min ev fîlm temaşe kir, min berê xwe da kitêba çîrokan a Ali Duran Topuz a bi navê “Rû û Kûr.” Nizam ji tesîra fîlmê ye lê di çîrokên Topuz de jî min gelek “deng” bihîstin. Bi ya min divê mirov ji nezera berhemeke edebî bêhtir, wekî berhemeke “hafiza”yê li vê kitêbê mêze bike. Ali Duran Topuz bi gotin û qaydeyên ku ji “hafiza”ya Kurmanciya derdora Koçgiriyê dinizile, gazî me dike ku em biçin wî welatî ku ji me gelek “dûr” e. Di vir de jî Mazlum Doğan, bi Selim Temo re, xwendina dawî ya metnê kiriye.
Topuz, wan çîrokên ku ji seranserê Dêrsimê heta Sêwasê, ji dengên kal û pîran, qîz û bûkan daweriviye bi Kurmanciyeke tenik rêz kiriye.
Heta niha Ali Duran Topuz, bi “nasname”yê xwe yê çepgiriyê dihat nasîn. Qenebe min ew tu carî wekî “Kurd” texayul nekiribû. Cara ewil dema min seh kir ku çîrokên wî wê bên weşandin, ez gelek şaş jî mam. Herî dawî em pê hisiyan ku Bejan Matur jî wê helbestên xwe yên Kurmancî belav bike. Maşalê ev veger, bi temamî be û êdî ne tenê berhemên “hafiza”yê, berhemên bêhtir edebî jî ji wê herêmê belav bibin nav Kurmanciya me.
Ew dengên ji bavan mayî bila qet tune nebin.