BasNews- Di nav cure yên hunerê de cihekê taybet ê şanoyê heye. Ji bo hunera kurdî jî şano beşeke hunerê a girîng e. Di bin bana hin sazî û dezgehên li Kurdistanê xebatên şanogeriyê (her çi qas ji ber rewşa sîyasî a dawî tundî, zehmetî û derfetên kêm hebin jî) tên kirin.
Wekî din derveyî welat jî xebatên şanogeriya kurdî tevî bê derfetî û zehmetiyan berdewam dike. Li ser meselê, li Enqereyê ji aliyê şanogerên kurd ve hewldanek heye û xebatên şanoyê tên kirin. Lîstika ‘di tuwaletê de’ a Rênas Jiyan ji bo dikê hat amadekirin û lîstin. Lîstik li Yeni Sahneya Enqereyê (bi jor nivîsa tirkî ve) hat pêşkeşkirin.
Derhêneriya lîstikê Zelal Angayê kir û Zinar Atamanê şanogerê kurd jî lîst. Lîstika di tuwaletê de, bi yek lîstikvanê lê bi di du halên pir cuda de û bi kurdî (kurmancî) hat lîstin. Amadehî û performansa lîstika di tuwaletê de ji aliyê temaşegerên şanoyê ve zehf hat ecibandin. Bi taybet performansa şanogerê kurd zêde bal kişand û bi rastî lîstikvaniya Atamanê hêjayê gotinê ye.
Derhênera kurd Angay dibêje peyamên lîstika di tuwaletê de, girîng in ji ber ku meriv bi saya vê lîstikê dest dirêjî, tecawizê bi awayek cuda dibîne û li ser vê mijarê kûr dibe. Lîstikvan Ataman jî diyar dike ku ev cara yekem li ser dikê wek yek kes û bi kurdî lîstikekî lîstiye. Ataman vê tecrûbeya xwe pir girîng dibîne. Derhêner Zelal Angay û lîstikvan Zinar Ataman pêvajoya amadehiya lîstika di tuwaletê de û li ser şanogeriya kurdî ji BasNewsê re axivîn.
- Ewilî derhênera kurd Zelal Angay pirsên me bersivandin.
Eleqeya te a bi şanoyê çawa çêbû. Te çawa dest bi şanoyê kir?
Dema min li Amedê zanîngehê dixwend wê wextê Akademiya Cegerxwîn ya Şaredariya Kayapınara Amedê vebûbû. Çawa li zanîngehê xwendekar digirin bo perwerdehiya şanoyê, ev akademî jî eynî şiklî xwendekaran digirtin. Li Akademiya Cegerxwîn ezmûn çêkirin em ketin ezmûnê. Min li vê akademiyê 2 salan şanoyê xwend. Piştê perwerdeya akademî a 2 salan min xwest xwe di şanoyê de bi taybet di aliyê teoriyê de hîn pêşbixim. Ji ber vê armancê hatim Enqere. Li Enqereyê ketim ezmûnên beşa Şanoyê a Fakulteya Ziman, Dîrok û Cografyayê ya Enqereyê. Ez ji vê ezmûnê derbas bûm min li vê zanîngehê jî 4 salan beşa şanoyê xwend. Ev 2 sal e min zanîngehê qedandiye. Lê min dest bi xebatên şanoyê nekiribû. Ji ber ku piyasa tune ye û şanoya kurdî jî hinek hatiye astengkirin. Ji ber van sedeman em sekinî bûn. Me îsal dest bi xebatê xwe kir û em li ser lîstika şanoya a di tuwaletê de xebitîn û me vê lîstikê lîst.
Te perwerdeya xwe a şanogeriyê zêdetir li ser derhêneriyê girt. Lîstika di tuwaletê de, tecrûbeya te ya ewil a derhêneriyê ye?
Ez her tim li ser derhêner û nivîskariya şanoyê xebitîm û sekinîm. Helbet min perwedeya lîstikvaniyê jî girt lê min lîstikvaniya şanoyê nekir. Ji xwe giraniya min piranî li ser nivîskar û derhêneriyê ye.
Wekî din, Ev lîstik a min tenê bû lê berê vê xebatê li Akademiya Cegerxwîn û Zanîngeha Enqere jî me lîstik çêkiribûn, me lîstik amadekiribûn. Yanê di nav koma de xebitî bûm û ne xerîbê lîstikvaniyê me.
Tîma amadekar a lîstika di tuwaletê de
Dema me di tuwaletê de temaşekir, dît ku mijara lîstikê li ser tecawizê ye û gelek peyamên lîstikê hene. Sedemên bijartina lîstika di tuwaletê de ji bo te/we çi bû?
Dema ku me nû dest bi amadehiya lîstikê kir ez du an jî sê hefte ketim dêrûniyeke ne baş. Ji ber ku mijara lîstikê li ser tecawizê-dest dirêjiyê ye û karekterê lîstikê bi xwe tecawizkar e û li ser vê kirinê xwe difikire. Ez jî jinek im bi her awayî lîstik ji bo min bi rastî giran bû. Hin peyvên ku di lîstikê de dihate gotin wek jin li min pir zor dihat. Lê belê piştê ku min bingeha lîstikê fem kir dît ku peyamên gelek girîng di lîstikê de hene. Li ser vê meselê, her zilam nêzikê tecawizê ye û ev xeteke pir zirav e. Piştê ku min vê ya dît min got ezê li ser vê lîstikê hûr bibim. Min got ezê vê lîstikê derxim li ser dikê ji ber ku em dixwazin bila her zilam di vê lîstikê de hinek xwe jî bibîne. Kesê tecawizkar ne kesê ji civakê dûr û xerîb e û ev jî mirovekî ji rêzê ye. Li ser karê xwe ye xwîşk û diya wî heye dema di jiyana rojanê de tu vî kesî bibînî tu nabêjî ev tecawizkar e. Em di lîstikê de dibînin gav bi gav ev tecawiz çawa çêbû, lîstik vê halê bi rastî gelek baş derdixe holê! Me got û xwest bila temaşegerên zilam lê binêrin bila xwe jî bibînin û zilam xwe ji vê xeta zirav biparêzin. Li hemberî jinan, li hember jina ku di jiyana wan de ye yanê li ba hevala xwe, li ba xwîşk û diya xwe û bila bifikirin zilamek çawa nin û çawa xuya dikin. Çimkî nivîskar li ser vê mijarê gelek kûr hûr bû ye. Hurik hurik riya tecawizê avakiriye û meriv vê yekê rind dibîne.
Nivîskarê lîstika di tuwaletê de, helbestkarê kurd Rênas Jiyan e. Gelo we gava ku vê lîstikê bo dîkê bijart zehmetî kişand?
Dema em li ser di tuwaletê de biaxivin, dibînin zimanê resen(orjînal) a vê lîstikê bi kurdî(kurmancî) ye. Ji ber ku nivîskarê nivîsê helbestkar e zimanê nivîsê bi awayê helbestî hatiye nivîsandin. Belê, te jî got lîstik ne werger e zimanê lîstikê bi xwe kurmancî ye. Çimkî em piranî li ser lîstikên şanoyê yên wergerê dixebitin ji ber ku xebata wan hîn rihet e.
Bi ya me zimanê di tuwaletê de him rind û him jî xurt bû. Ji ber vê lîstik li me xweş hat. Ez bawerim lîstik li temaşevanan jî xweş hat. Wexta temaşeger lîstikê temaşekirin aciz nebûn. Çimkî lîstik dûv û dirêj e. Tevger tune ye û bi piranî peyv û axaftin heye. Tu hemû serpêhatiya lîstikê, bi axaftinê pêşkeşî temaşegeran dikî. Zimanî lîstikê bi helbestî bû ji bo pêkanîna ango pêşkeşkirina lîstikê zor bû. Ji ber ku tu li ser dikê nikarî her gotinên helbestî bibêjî.
Her wiha lîstikvaniya di tuwaletê de li ser ‘lîstikvanê xwe’ zehmetî çêdikir. Çimkî, meriv di lîstîka di tuwaletê de yek kes lê du hal dibîne. Eynî kes zilamê tecawizkar di heman demê de zilamê din dileyîze. Lazim e du kesên cuda bin lê ne du kes bûn kesek, du halê cuda lîst.
Bi ya te peyamên di tuwaletê de çi bûn?
Di lîstikê de tiştek wisa heye. Karekterê me tecawizê jinê dike wisa dihesîbîne ku heyfa xwe ya ji feqîriyê hildide, ji patronan heyfê hildide, bi kurtî wiha bibêjim karekterê lîstikê hemû heyfa bindestiya xwe ango neheqiya ku lê hatiye kirin ji jinê hildide. Li ser vê îman wî ji jinê dihêre. Karekterê me yê mêr feqîr e û hêrsa xwe ya dewlemendiyê ji 'jinê dewlemend' hildide. Li ser meselê, karekterê lîstikê jinên boyaxkirî, jinên levê rûjkirî kategorîze dike. Yanê karekterê lîstikê, kategorîzasyonek di jiyana xwe de çêkiriye. Ev karekterê mêr hemû heyfeya xwe ji jinê dixwaze hilde. Lê belê, zilma wî kesî vedigere li ser xwîşa wî. Karekterê me ev jinên ku li gorî wî kincên vekirê xwe dikin û kêfa xwe dikin dixwaze xwîşka xwe ji van jinan biparêze. Çimkî van jinan wek dijmin dibîne. Li gorî fikra karekterê lîstikê, dest dirêjî li van jinan bibê jî vê yekê ji van jinan re heq dibîne… Lê belê jiyan tiştek wisa tînê serî wî ev heyfa wî li wî vedigere. Jiyan sîleke mezin li vî zilamê dixe. Yanê jiyan vî zilamê re got patronê te zorê bi te dike lê çi gunehê jina heye.
Ji xwe dema em jiyana rojane binêrin ne wisa ye! Zilam, zilmê dibînin lê tên heyfa qehr û zilmê ku rast hatine ji jina xwe derdixin. Ez bawerim tevî van nirxandinan ev peyaman gihaştin temaşegeran. Çimkî peyama metna lîstikê diyar-zelal bû. Lê belê gelo me çi qas vê yekê li ser dîkê pêk anî û temaşeger, tiştek femkirin vê ya nizanim.
We di lîstikê de zêde guhêrînan kir. Pevxistina (kurguya) di tuwaletê de çawa pêk hat?
Dema me biryar da me got emê li ser vê lîstikê bixebitin me li ser lîstikê, kurguyê pêk anî. Li ser meselê; di lîstikê de du heb dem ava bibû yek paşeroj a din jî pêşeroj bû. Ji ber vê me hinek li ser dikê ronahiyê cuda bikaranî. Me xwest wexta temaşeger lîstikê temaşebikin bila bizanibin du demên cuda hene ev dem ne eynî dem in. Hinek guherînên bi vî awayî çêbûn. Lê zimanê lîstikê gelekî xweş bû ji loma me ji aliyê ziman ve tu guherînek li ser tekstê çênekir.
Di amadekirina di tuwaletê de we çi zehmetî kişand?
Ji ber ku li Enqereyê cara yekem dê lîstikekî bi kurdî bihata lîstin li hemberî me pêşdarazî hebûn. Wekî din em jî bi tirs bûn me digot gelo dê temaşeger hebin an tune bin. Hevalê me yên li derdorê me jî bi tirs bûn. Çimkî me nizanîbû emê bertekên çawa bigirin. Heta lîstik hat lîstin ev metirsî li ser me hebû. Gelo emê bikaribin an nikaribin! Ya duda dîka me tune bû. Em bê dîk xebitîn heta dawîya amadehiyê. Dema dîk tune be; ronahî, deng û hin tiştên din tune ne û li gel vê rewşê tu ji gelek tiştan bê par dimînî. Dema dîk tune bû me di mêjiyê xwe de tiştan ava dikir û li ser kaxizê dinivîsî lê ev yek wekî ku amadehiya li ser dîkê tam çênabe. Heta me dîk bi dest xist em hatibûn rojên dawî ye. Yanê, em ji aliyê fikrî ve hema du meh li ser tekstê şixulîn. Çimkî tu komê şanoyê tune bû ku em pê bizeliqin em bibêjin bê ka alîkariya me bikin. Sponsorê me tune bûn lê belê, alîkariya Destar Kitap Cafeyê bo me çêbû.
Di tuwaletê de, berî we hatibû lîstin. We vê performansa berê xwe temaşekiribû?
Belê, beriya me komeka şanoyê ê din lîstika di tuwaletê de lîstiye. Ev kom jî Şermola Performans e. Piştê vê komê em jî li ser lîstika di tuwaletê de xebitîn. Wekî din ev derfet çênebû ku em vê komê temaşebikin û bila fikrekî me jî çêbe û emê çawa bikin û çi nekin! Êdî em jî li gor xwe fikirîn û me rejîyekî amadekir.
Te got heta lîstik hate li ser dîkê me nizanîbû emê çi bertekan bigirin. A rast meraq dikim tu niha çi hîs dikî?
Ez kêfxweş bûm, baş bû ne xirab bû. Kêfxweş im ji ber ku piştê ev qas perwerdeyê me li bajarê li Enqereyê lîstikekê bi kurdî amadekir û lîst. Kêmasiyên me hebin jî em hêvîdar in ji vir şunda dê emê hîn baştir bibin.
Lîstikvan Zinar Ataman
- Niha jî lîstikvanê kurd Zinar Ataman bersiva pirsên me dide…
Te wek lîstikvanek kengî dest bi xebatên xwe yên şanoyê kir?
Ez di eslê xwe de ji Beytuşşebaba Şirnexê me. Di sala 2013an de min li şanoya bajarê Enqereyê dest bi şanoyê kir. Piştre min li cem mamosteyekî Amerîkî bi qasî 2,5 salan ji bo lîstikvaniya ber kamerayê perwerde girt.
Ev 6 an jî 7 sal e ku şanogeriya ango di lîstikvaniya profesyonel û amator de dişuxilim. Ez dikarim bi rihetî bibêjim ev 7 sal e min zêdeyî li ser lîstikvaniyê perwerdeyî hilda. Bi qederê di 9-10 lîstikan de lîst lê îsal cara yekem li dîkê him wek yek kes him jî cara ewil e ku lîstikekî bi kurdî lîst. Yanî xebat û tecrûbeya min ya şanoyê a bi kurdî bi lîstika di tuwaletê de re dest pêkir.
Serê salê min got ev qas perwerdeya ku min hildaye êdî bes e! Min got lîstikekî bi tirkî ango bi kurdî bilîzim. Paşê min got ne hewceye lîstikekî bi tirkî bilîzim. Hin hevalên min yên derdorê min jî gotin lîstikekî bi kurdî amadebikî çêtir e. Me jî got temam, emê destpêbikin. Me lîstik geriya, me got ka emê li ser çi bixebitin. Paşê me biryar da me got em dikarin cara ewil lîstika Rênas Jiyan ‘di tuwaletê de, bilîzin. Ji ber ku ziman û mijara lîstikê bala me kişandibû. Me got em bi vê lîstikê ve dest pê bikin. Bi rastî min bi lîstika Rênas Jiyan a di tuwaletê de re dest bi şanogeriya kurdî jî kir.
Li gorî te sedemên bijartina di tuwaletê de çi bûn?
Sedem çi bûn! Me dixwest bila lîstik bi zimanê kurdî ve hatibe nivîsin bila ne werger be. Her wiha, lîstikên bi kurdî hatibin nivîsin jî bi dest nexist. Me jî wisa got, ji xwe Rênas Jiyan lîstikekî bi kurdî amade kiriye. Emê jî berxwe bidin da ku lîstikekî bi kurdî bo dikê amade bikin. Wekî din, li Enqereyê lîstikvanên kurd jî tune bûn. Me şanogeran bi dest nexist da ku bi kurdî bileyzin.
Saetek li ser dikê wek yek kes lê te du merivên cuda lîst. Te xwe bo di tuwaletê de çawa amadekir?
Ev 5 meh e ku em li ser vê lîstikê dixebitin û ez ev 5 meh e ku li ser karekterê lîstikê dixebitîm. Di destpêkê de hin pirsgirêk çêbûn. Çimkî tiştê ku karekterê lîstikê kiriye nayê qebûlkirin, mirov hez nake van tiştên bûne bifikire. Heta min digot ezê tiştek wisa neleyzim. Yanê karekterek tecawizkar bi taybet zilamekî ku destên xwe dirêjî xwîşka xwe kiriye. Min digot ez qebûl nakim û tiştek wisa jî naleyzim. Yanê, mijara lîstikê, wek mirov li min zor dihat. Min digot ger ez vê karekterê bileyzim û ezê empatî bikim di vê aliyê de min gelek zehmetî dîtin. Wekî din zimanê metnê a lîstikê ji herêma Mêrdînê bû lê ez bi xwe ji hêrema Behdînanî me. Cudahiya devokan jî li ser min zehmetiyek din çêkir.
Bi rastî min di amadekirina vê lîstikê de, gelek zehmetî kişand. Ez wisa bibêjim gelek tişt cara yekem di lîstikekî de kom bûn û hatin pêşiya min.
Karekterê lîstikê hîn bû ku tecawizê xwîşka xwe kiriye pir aciz bû û xwest xwe bikûje. Gelo ev karekterê mêr, ger ev jina ku tecawizê kir xwîşka wî nebûya dê aciz nebûya?
Me jî xwest temaşeger bifirikirin! Bi rastî ger ev ne xwîşka wî bû ya dê biçûya mala xwe û vê êvarê razabûya. Helbet, tu tişt nabe sedem ku dest dirêjî-tecawiz li jinê bê kirin. Jin, kîjan cure kinc xwekiribin jî ev yek tu heqê nade tu zilaman û destên xwe dirêjî jinan bikin. Şalê kot xwe kiriye yan jî qirqa wê vekiriye an jî lêvên xwe rûj û li neynûkên xwe oje kiriye ev yekana nayê vê maneyê ku tecawiz li ser jinan ferz e. Me xwest em bibêjin ku van yekana nekin hacet û destên xwe dirêjî jinan nekin. Helbet ev yekana nayên qebûl kirin. Me xwest zilam hinek di vê çarçoveyê de bifikirin û li ser vê meseleyê hîn kûr bifikirin.
Li gorî te wek lîstikvan û mêr peyama vê lîstikê çi bû?
Peyama vê lîstikê ez bi xwe dibêjim ji aliyê zilaman ve ‘di dilê wan de mêreke hov‘ heye. Ger şert û merc çêbin û tiştek wisa were ber destê we- bo mêran- bibêjin destên xwe dirêjî filan jinê bike, gelo çend mêr vê ya dê qebûl bikin. Bila hinek vê îxtîmalî bifikirin û li ser vê yekê kûr û hûr bûn.
Yanê ez bim gelo ezê çi bikim, ez bama minê çi bikira, ez bama ezê vê tiştê qebûl bikim me xwest bi van pirsan di serî temaşegeran bi taybet yên temaşegerên mêr de pirsnîşanan çêbikin. Ji vî mêrê pîs hişyar bibin!
Di amadehiya lîstikê de, alîkar û sponsorên we kî bûn?
Tu alî tune bu ku ji me re dîka xwe bide. Me dekora xwe ji kisê xwe çêkir. Me cilên xwe ji kîsê xwe kirî. Heta em çûn li ba xweyî dîkan me ji wan re got dîka/sehneya xwe bidin me em provaya xwe bikin. Perekî zehf ji me xwestin. Em jî ji aliyê madî ve zêde ne başbûn. Ji loma me di aliyê teknîkê de zêde prova nikaribû bikira. Wisa bibêjim demeke pir nêz de me hema nava çend rojan de derfet dît ku me provaya xwe li ser dîkê kir. Em ji hinek xemgîn in. Di aliyê teknîkê de, em dibêjin xwezî me hin zêdetir amadehî bikira. Em bê kêmasî derketibana li ser dîkê.
Te amadehiya xwe a 5 mehan pêşkeşî temaşegeran kir. Tu niha çi hîs dikî?
Wiha bibêjim xwedê, qehra min a 5 mehan li ser pişta min rabû. Ez pir kêfxwaş im. Ji ber ku hema nava çend salên dawî li Enqereyê lîstikekî bi kurdî me amadekir û lîst. Di vê aliyê de ez gelek kêfxweş im. Her wiha, min bi vî lîstika xwe ya yek kesî a ewil ve dest bi şanogeriya kurdî jî kir.
Ji bo pêşerojê planên te çi ne?
Em wisa difikirin, emê salek an jî du sal vê lîstikê bileyzîn û wisa bi demekî berdewam bikin. Yanê em dixwazin li bajar û dîkên cuda em lîstika di tuwaletê de bileyzin û bigihênin temaşegerên xwe.
Wekî din em dixwazin û li me nîyet heye ger derfet çêbin li Enqereyê ji bo şanoya kurdî ji bo hunera kurdî bingehekî avabikin yanê saziyekî avabikin. Yan jî li ser lîstikên cuda bixebitin...