BasNews – Lêkolînvan û şarazayekî peyvendiyên navnetewî aşkera kir, di dawiyê de pêwîste Amerîka kurdan bigehîna Behra Spî.
Lêkolînvan û şarazayê peyvendiyên navnetewî Dmitri Shufutinsky, di gotara xwe ya li ser malpera Îsraîlê ‘’Besa’’ ya lêkolînên stratejîk de belav kir û li gor wî, Tirkiyê û Îran mijûlê pêşeroja rojhilata navîn bixin metirsiyê ne û Amerîka jî ku xwedî berjewendiyekî demdirêj e li wê navçeyê û pêwîste vê care dest bide kurd, Îsraîl û Yewnanê bo rizgar kirina Rojhilata Navîn.
Herwaha di gotara xwe de bi awayekî tejî behsa wê yekê dike ku Tirkiye li Amerîka û hemû hevpeymanên xwe yên li NATOyê dûr dikeve û peyvendiyekî pir nêzîk li gel Rûsya û Îranê dadirjîne. Ev yek di demekê de ye ku peyvendiyên dîplomatîk ên navbera Tirkiye û Îsraîlê ku xeta sor a Amerîkayê ye li Rojhilata Navîn, di astekî herî nizim de ne.
Nivîskarê vê babetê Dmitri Shufutinsky dibêje, Amerîka naha li hemû demekî zêdetir ji bo stratejiya nû pêwîstiya wê bi kurdan heye û pêwîstiya wê bi alîkariya Îsraîl û Yewnanê heye, ku bikare metirsiyên Tirkiye û Îranê yên destverdana welatên din ên navçeyê dikin bi wî awayî dikare pêşî li wan bigre. Bi zimanekî vekirîtir, piştî ku Sipaha Pasdarên Îranê wek terorîst hat nasandin, Îran naha û zêdetir ji hemû demekê bendewarî hene ku Îsraîlê û hêzên Amerîka û hemû berjewendiyên Washingtonê li Rojhilata Navîn bike armanca êrîşên xwe. Tirkiye ji aliyeke din ve pêgeha xwe li Sûriyê bihêz dike û desthilata xwe li Iraqê zêde dike û planek jî bo têkdana Qubrîsê heye û roj bi roj ji prensîbên komara sekûler dûr dikeve. Ew hemû metirsin bo Amerîka û Îsraîl û hevpeymanên wî yên li Ewropayê.
Li gor baweriya heman nivîskarî, Amerîka dikare planekî bo kontrol kirina wan aloziyan hebe, ew jî li hev nêzîk kirina desthilatdarên herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ye û bicîh kirina hêzên leşkerî yên zêdetir û mertala dijî mûşekî û mûşekên Patryot ên Amerîkî û mûşekên erd bo esmanî (David’si Sling) û gelek sîstemên din ên berevaniyê li sînorên Kurdistanê dayne û ev jî bo egera her cure êrîşekî ku Sipaha Pasdarên Îranê, yan jî artêşa Tirkiyê bo ser Îsraîlê yan jî berjewendiyên Amerîkayê yên li navçeyê tevdîrên giring in.
Dmitri Shufutinsky dibêje, babeta leşkerî û ewlehiyê tenê beşek e ji pirsgirêkan û beşeke din jî girêdayiye bi mijara neftê. Îran ku yek ji welatê herî zêde neftê henarde dike bo welatên cîhanê ye, naha ketiye bin dorpêça giran a Amerîkayê û roj bi roj rêjeyekî kêmtir neftê henarde dike. Tirkiye ku ji kevin ve nanê pêgeha xwe ya jeopolîtîk dixwe, heta îro îstasyon û benderekî serekiye bo wan boriyên neftî li welatên derdorê bo Ewropayê.
Herwaha dibêje, pêwîste kurdan bigehînin Behra Spî, ew jî bi nêzîk kirina herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ve dibe. Amerîka dikare nefta Kurdistanê bi rêya Behra navîn ve bigehîne Yewnan û bazarên cîhanê. Ev yek di demekê de ye ku Îsraîl dikare dest bi henarde kirina nefta bilindayiyên Golan û navçeyên din bike û ew çend aliyane li gel yek kêmbûna neftê ya li bazarên cîhanê dikarin tejî bikin, bê ku pêwîstî bi Îranê hebe bo henarde kirina neftê û herwaha bê ku pêwîstî bi Tirkiyê hebe rêyekî vegeuhestina neftê bê dabîn kirin.