Girtina welatiyên kurd li Efrînê berdewam e
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Girtina welatiyên kurd li Efrînê berdewam e

BasNews- Girtina welatiyên kurd li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve berdewam e.

Îro, çekdarên bi ser Turkiyê ve, hilmeteke revandinê di derheqê mamosteyên kurd de li devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê pêkanî û berên wan dan cihekî ne diyar.

Çavkaniyên xwecihî ji BasNewsê re eşkerekirin ku polîsên leşkerî yên bi ser Tirkiyê ve, li navenda bajarê Efrînê deh mamosteyên kurd ji sê dibistanên bajêr( Salih Elî-Sulêman Helebî-Meyselûn) revandin û berên wan dan cihekî nenas û piraniya wan jî mamosteyên zimanê Kurdî nin.

 Li gor diyarkirina wan çavkaniyan, tenê navên 8 mamosteyan ji wan hatine belgekirin( Reşîd Bêrem/rêvbirê dibistana Sulêman Helebî/, Behzad Xelîl. Sedîqe Xelîl, Ronahî Şêx Sîdî, Raniye, Bêrîvan , Nesrîn û Coliyêt). Tê zanîn ku Artêşa Tirkiyê, di dibistanên ku li deverê piştî dagîrkirinê hatine vekirin, rê daye ku zimanê kurdî bi awayê korsên nemecbûr tê xwendin.

Li gor agahiyan, fêrkirina zimanê kurdî li meraqê rêvbirên dibistanan dimîne, ango li ser xwesteka wî tê daxistin, û ji aliyê rêvebirên ereb eên dibistanan tê paşguhkirin, û lê zimanê kurdî nayê fêrkirin.

 Ji alîyeke din ve, hejmarek ji rêvebirên kurdên dibistanan newêrin korsên zimanê kurd ji bo xwendekarên kurd bixwazin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved